Methelokên 9 - Methelokên Hezretê Silêman 1947Bir 9 1 Eqilmendî mala xwe ava kiriye û heft stûnên xwe danîne. 2 Qurbana xwe şerjêkiriye, şeraba xwe aniye pêş û sifra xwe daniye. 3 Navmaliya xwe rêkiriye, Ew di cibên bajêr ên bilind de ban dikin: 4 Yê ko bodile ye bila bê vir… ew ji yên sersem re dibêje; 5 Werin, ji nanê min bixwin, û ji şeraba ko hatiye danîn vexwin; 6 Dev ji ehmeqiyê berdin û honê tama jiyînê wê bizanin; û li ser reya hişyariyê bimeşin… 7 Yê ko dixwaze tevzakeran fêr bike şermisar dibe û yê ko dildike mirovekî xerab çak bike, pê kêmqedir dibe. 8 Tevzekeran me êşîne, ew ê nefiran li te bike; bîrewerekî biêşîne, ew ê hejî te bike. 9 Ji eqilmendekî re bide, ew ê hêj eqilmendtir bibe; dilpakekî hin bike, ew ê hêj zanatir bibe. 10 Destpêka zanînê tirsa Xwedê ye, û zanîna ewlivan eqilmendî ye. 11 Bi min, rojên jiyîna te zehftir û salên emrê te bêtir bibin. 12 Heke tu eqilmend î, eqilmendî xwe yî; û heke tu tevzaker î tu ê xwe bi xwe barê xwe hilgirî. 13 Dînîtî jinikeke devtejîgotin e, sersemek e û bi tu tiştî ni zane. 14 Di devê deriyê mala xwe de, li ser kursiyekê rûniştiye an di cihên şaristanî ên bilind de rawestiyaye û; 15 Banî xelkê dike yên ko rast bi rast li ser reya xwe dimeşin û dibêje wan: 16 Yê ko ehmeq e, bila bê hir u ji serseman re dibêje: 17 Avên diziyê şîrîn in û nanê ko veşartî tête xwarin tamdar e… 18 Lê, yê ko guhdide wê ni zane ko mirî lê kom bûne û vexwendiyên di wê dibin ehlê nevala gorinan. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society