Methelokên 8 - Methelokên Hezretê Silêman 1947Bir 8 1 Ma eqilmendî ban na ke, û şebrezayî bi dengekî bilind na peyive? 2 Ew li ser rê û di nav kûçe û kolanan de rawestiyaye; 3 Li pêşiya dergehan, li devê bajêr ban dike û dibêje: 4 Mirovino, ez banî we dikim, qîrqîra min ji bona kurê insana ye. 5 Peyayên gêj, çavê xwe vekin, û yên bêhiş, hînî eqilmendiyê bibin. 6 Guh bidin, ji ber ko tiştine mezin dikim bibêjim û lêvên min vedibin da ko dersa rastiyê pêş we bikim. 7 Ji ber ko devê min divê rastiyê bêje û ji kufirê xwe bide paş; 8 Gotinên devê min hemî rast in, û di nav wan de tiştekî kirêt û nedirist nî ne; 9 Mana gotinên min ji bona eqilmendan vekiriye û rast in; ji bona yên ko zanîn seh kirine. 10 Qedrê pendên min ji zîv û peran çêtir bigirin û bizanin ko zêrê hêjatir di zanînê de ye; 11 Ji ber ko eqilmendî ji mirariyan hêjatir e, û qîmeta wê ji her tiştên xwedîbiha girantir e. 12 Min, eqilmendî û şehrezayî ji xwe re kiriye xênî û dizanim şîretine rind bidim. 13 Tirsa Xwedê, ji xirabiyê nefirîn e; çavbelî û pozbilindî reya neçeyiyê ye, û ez neyarê devê xwar û derewîn im… 14 Pend û zêrekî yên min in; tevdîr û xurtî destê min de ne. 15 Mîr bi min hikmê xwe dajon û hakim jî emrên xwe yên li gora edaletê didin; 16 Bi min sermiyan, mezin û hemî serekên cihanê karê xwe digerînin. 17 Ez, hejî yên ko ji min hez dikin, dikim; û yên ko li min digerin min pevda dikin. 18 Dewlemendî û serfirazî li nik min in; malên payedar û edalet. 19 Fêkiyên di min ji zêrê zer çêtir in; û hatinên di min ji zîvê pak bikêrhatîtir in. 20 Ez li ser reya edaletê dimeşim; li nav şîvereyên rastiyê; 21 Ji bona dayîna xweşiyê ji yên re ko hejî min dikin û ji bon tejikirina gencîneyên di wan. 22 Xwedê di desipêkê de ez xuliqandim, ji çîredestiyên wî ên kevintir jî, berîtir û pêşdetir. 23 Ez hatime afirandin ji payedariyê û wê da, berî xuliqandina erdê. 24 Ez za me dema ko hêj tu kortal tu ne bû û tu kaniyên têr av. 25 Beriya ko çiyan cihê xwe de qahim bibin û beriya ko gir hebûn; ez hatime heyînê; 26 Wî hêj erd û tiştên ko li ser wan e û destpêka ax û çiyan ava ne kiri bû. 27 Gava wî ezmanan pêkdianî ez lê bûm, gava ko li ser rûyê kortala xîzek dikişand; 28 Çaxa ko Wî ewir li ezmanan dida sekinandin û kaniyên kûrahiyan dixurtandin; 29 Gava Wî sînorên behran datanî, ta ko avên di wan derbazî qeraxên axê ne bin, û çaxa binyadên erdê qahim dikirin; 30 Ez li ba wî hostekar bûm, min bihna Wî vedikir û ez li ber dilê Wî şîrîn bûm û min di pêşiya wî de dileyist û ez pê şa dibûm; 31 Ez li ser erdê Wî bihnvekirî dibûm û di nav zaroyên insana de kêfa min dihat. 32 Nexwe, kurên min, guh bidin min; bextiyar in yên ko didin ser reya min… 33 Bibihîsin, fêrî pendên min bibin da ko bîrewer bibin û wan ma vêjin piştguhê xwe. 34 Bextiyar e mirovê ko min dibihîse, û hero çavnêriya deriyê mala min dike û lê nobeldar e… 35 Lewma, yê ko min peyda dike, jiyînê peyda dike û digehe dilovaniya Xwedê. 36 Lê yê ko bi min kên aniyê dike, canê xwe diêşine; û heçî yên ko ji min dinefirin, hejî mirinê dikin. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society