Methelokên 7 - Methelokên Hezretê Silêman 1947Bir 7 1 Kurê min, qedrê gotinên min bigire û bala xwe bide pendên min. 2 Bide pey pendên min, tu pê berxurdar bibî û pendên min bila bibin bîbokên çavên te. 3 Tu wan bi tiliyên xwe ve girêbide û wan li ser depên dilê xwe binivîse. 4 Ji şehrezayiyê re bibêje: tu xwîşka min î, û bila bîrewerî bibe hevala te, 5 Da ko tu ji jina xerîba bête parastin, ji jinikekê ko gotinên wê tamşîrin in. 6 Ez li pêşiya pencera mala xwe de bûm û min ji derabê mêze dikir. 7 Di nav serseman de, der nav xortan, çavê min bi lawikekî bêhiş ket. 8 Yê ko di kolanê re derbaz dibû, nizingî quncika ko lê yek ji wan jinên xerîban sekinî bû û rûyê xwe dida ber bi xaniyê wê ve û hêdî, hêdi diçû; 9 Êvar bû, dema hîngurî, di nav şevê de, der nav tarîtiyê. 10 Û binêr; jinikeke ko dilê wê têr zexel û mîna qehbikan cil li xwe kirî bû, nîzingî lê kir. 11 Jinikeke devtejîgotin û riswa û ya ko piyên di wê ni karin li mal bimînin; 12 Bihnek di nav kûçe û kolanan de, gavek der gasinan, û di nîzingî hemî guşeyan de çavnêriyê dikir. 13 Wê ew girt, û maçî kir û bê ar jê re got. 14 Min nezrek kiri bû, û îro min ev anî cih. 15 Ji ber vê yekê, ez ji mal derketim û hatim pêrgîna te, ji bona dîtina rûyê te û min tu peyda kirî. 16 Min textê xwe kok kir, bi mêzer û mexfûrên Misrê yên çeleng; 17 Min nivîna xwe bi od û zimûrs û darçînê bihindar kir. 18 Were, em heta rojhelatî bi hevînê serxweş bibin û di nav kêfxweşiyê de, dilê xwe sar bikin. 19 Herwekî mêrê min ne li mal e û çûye derekê dûr. 20 Xurcikeke peran bi xwe re biriye, ne niho, lê ko heyva nû derket wê vegere mala xwe. 21 Wê bi gotinên xwe ew xapand û bi lêvên xwe ên tamşîrîn ew kişand. 22 Ji nişka ve lawik ket pey wê, mîna gayekî ko diçe şerjêkirinê, weke dînekî ko diçe êşandinê. 23 Heta çaxa ko tîrek di kezeba wî re derbaz bibe, mîna çûkekî ko xwe dawêje torê, û bê ko bihese ko pê jiyîna xwe datîne. 24 Û niho, kurên min, min bibihîsin û guh bidin gotinên devê min. 25 Bila, dilê te, meyildariya xaçereya jinikeke wilo me ke; li ser şopên di wê reya xwe winda me ke. 26 Zehf in yên ko bi destê wê brîndar bûne; komek e yên ko bi destê wê hatine xeniqandin. 27 Reya mirinê di mala wê re dibore û mirov jê dadikeve kortala miriyan. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society