Methelokên 6 - Methelokên Hezretê Silêman 1947Bir 6 1 Kurê min, heke tu kefîlê cîranê xwe bûyî, heke te ji bona kesekê gotina xwe dayî, 2 Heke tu bi gotina devê xwe pêgirêdayî bûyî, an bi axaftina xwe hatiyî girêdan, 3 Cehda xwe bike, kurê min, û xwe xelas bike, ji ber ko tu ketiyî destê xelkê, lezê bi xwe de, nav di wan de û stoyê xwe bifilitîne; 4 Bila xew ne keve çavê te û çavên te ne yin girtin; 5 Xwe serbest bike weke xezala ko ji lepê nêçîrvana xwe aza dike, mîna çûkê ko ji destê teyirvana xwe difilitine. 6 Here nik mûriyan, mirovê tiral, li rê û xabata wan binêre û bibe eqilmend. 7 Her çend jî mîr, sermiyan û serbendên wan nî ne, 8 Di havînê de xwarina xwe pêktînin û di dema bênderan de zadê xwe kom dikin. 9 Tiralo, heta kengê rakevî? Tu kengê ji xewa xwe hişyar bibî? 10 Erê, hinik din raze, gaveke dî biponije, bihneke din zendên xwe deyne ser hev û du, heta ko bikari bi xew biçî… 11 Û belengazî weke peyayekî gerok bi ser te de wê bê û nêz û birçîtî mîna şerûtekî wê dirêjî te bikin. 12 Mirovê xirab, mirovê bêkêr dimeşe û devê wî xwar e; 13 Çavên xwe dişkînîne û bi pê û tiliyên xwe dipeyive; 14 Di dilê wî de xirabî heye û qesda neçeyiyê dike û xelk bi destê wi pev diçin. 15 Ji lewre, helaket bi derbekê lê bikeve û ew bi lez dê bişkê û tu xelasiya wî nî ne. 16 Xwedê ji van şeş tiştan dixeyide û nifiran li yê heftan dike: 17 Çavên bel, zimanê derewîn, destê ko xwîna bêçareyan direjîne, 18 Dilê ko li bêbextiyê digere û piyên ko di qesda karên xerab de xwe dilezînin, 19 Şahidê zor yê ko derewan dike û yê ko fesadiyê têxe di nav kek û biran. 20 Kurê min, bide pey emrên bavê xwe û dev ji pendên deya xwe bermede. 21 Ev bila di dilê te de cih bigirin û bi stoyê te ve girêdayî bin. 22 Gava tu diçî ew ê rêberiya te bikin, gava tu radikevî ew ê te biparêzin û gava tu hişyar dibî ew ê bi te re baxêvin. 23 Ji ber ko tenbî fanûsek e, qanûn ronahiyek e, û tekdîrên terbiyekirinê reya jiyînê ye: 24 Ew ê, te ji jinên xerab biparêzin û ji zimanên wan ên şîrîn bisitirînin. 25 Bermede ko spehîtiya wê dilê te birevîne û me keve dava mujankên di wê. 26 Ji derdê qehbikekê mirov dibe hewcedari nanê tisî, û jinikeke zinakar nêçîrvaniya giyanê mirovan ê delal dike. 27 Ma dibe ko mirov agir têxe koşa xwe û pê can û cilên wî ne şewitin? 28 Ma kesek dikare bê ko piyên xwe bişewitîne, li ser agirê sor bimeşe? 29 Halê mirovê ko nîzingî jina yekî bûye jî wilo ye, yê ko dest avêtiyê tu caran ji cezayê xelas na be. 30 Dizê ko ji birçîna didize bêsûç na yê hesibandin; 31 Û heke hatiye girtin, bihayê tistê dizî bi heft qatan jê tête standin û bi ser ve hûr û mûrên mala di wî jî, ji dest diçin. 32 Lê yê ko bi jinikekê zinayê dike yekcar bêeql e, û ji xwe yê ko dixwaze xwe winda bike, wilo dike; 33 Helaket û şermisarî para wî ne, û ew êdî ji rûreşiyê xelas na be. 34 Ji ber ko dexis mirovan diqehirîne û ew di dema tolvekirinê de bêrehim dibin; 35 Ew, êdî li zêr û zîvan na nêre û bi çiqasî bê tir jî bikî; qîma xwe pê na yê ne, doz û dehwa xwe dike. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society