Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Methelokên 5 - Methelokên Hezretê Silêman 1947


Bir 5

1 Kurê min, bala xwe bide hikmet û şehrezayiya min, û guh bidêre pendên min;

2 Ta ko hînî şîretên qenc bibî û lêvên te zanînê biparêzin.

3 Ji ber ko lêvên jinên xerîba weke dilopên hingivî şîrîn in û devezmanê wan ji nivîşkî nermtir e;

4 Lê, di dawiyê de mîna micêwer tehl in, û weke şûreki ecemî tûj in.

5 Piyên di wan ber bi kortala mirinê dadikevin û gavên di wan digehînin gorinan.

6 Wê, reya jiyînê a rast winda kiriye, gavên di wê sist in û ni zane bi kû ve diçe.

7 Û niho, kurên min, min bibihîsin û dest ji gotinên devêmin me kişînin.

8 Reya xwe jê dûr xe û nîzingî deriyê mala wê me be;

9 Da ko şerefa xwe ji dest ne dî û salên jiyîna te me bin para zelamekî xedar;

10 Ta ko biyanî ji malê te xwe têr ne kin û fêkîyên xabata te me bin para maleke xerîb;

11 Ta ko di dawiyê de, ji çûna mal û canê xwe axîna me kişînî.

12 Û me bêjî: çawan min rûyê xwe ji rêz û rêzikan bada û dest ji tenbîhan kişand?

13 Û çawan min guh ne da dengê seydayên xwe û min bala xwe ne da ji yên ko dersa min digotin?

14 Hindik ma bû ko di pêşiya xelk û peyan de, têkilî her xirabiyê bibim.

15 Ava sehrinca xwe û ya ko ji bîra te derdikeve vexwe.

16 Ma ava kaniya te dibe bikeve erdê xerîba û ya cobarên te di nav kolan û gasinan de biherike?

17 Ew, bila ya te be û ne ko biyanî jî bi te re jê parekê bibin.

18 Bila kaniya te, ji te re pêrûz be û dilê xwe bi jina çaxa xortaniya xwe şa bike;

19 Mîna şivineke şîrîn û xezaleke çeleng guhanên di wê, te her têr bikin û dilê te bi hevîniya di wê her mest û serxweş be.

20 Kurê min, çire tu hejî jinikeke xerîb bikî û bi maçkirina memikên jinikeke nenas dilşa bibî?

21 Reyên ko mirov didin ser, di pêşiya çavên Xwedê de ne û Xwedê li wan miqate dibe.

22 Mirovên xirab bi destê emelên xwe ên kirêt dê bêne weqifandin û bi werîsên gunehên di xwe dê bêne girtin.

23 Ew, ji tunebûna rêz û rêzikan wê bimire û ji tolaziya xwe a gir; gêj bibe û riya xwe winda bike.

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

British & Foreign Bible Society
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ