Methelokên 4 - Methelokên Hezretê Silêman 1947Bir 4 1 Bibihisin, kurên min, pendên bavên xwe; û ta ko fêrî hikmet û zanînê bibin, bala xwe bidinê; 2 Ez şîretine qenc didim we, dev ji pendên min bermedin. 3 Ez kurê bavê xwe bûm û kûrê deya xwe ê bitenê û ê delal 4 Wî ez hîn dikirim û digote min: berde, bila gotinên min bikevin dilê te, bide pey şîretên min û tu ê berxurdar bibî. 5 Bibe xwediyê zanîn û eqilmendiyê; gotinên devê min ji bîra me ke û rûyê xwe ji wan bamede. 6 Dev ji pendên min bermede, ew ê te bihemînin; hejî wan bike ew ê te biparêzin 7 Ev e destpêka şehrezayiyê: hikmet û zanînê bikesibîne û bila eqilmendî li ber dilê te, ji her tiştî şîrîntir bibe. 8 Tu wan bilind bigire; ew ê qedrê te bilind bikin û heke te ew himbêz kir, ew ê te bigihînin serfiraziyê: 9 Ew, taceke çeleng wê deyne ser serê te û pê eniya te zînetdar bike. 10 Bibihîse, kurê min, gotinên min bide hişê xwe, pê salên jiyîna te pir û bêtir bibin. 11 Ez dikim reya eqilmendiyê pêş te bikim, ez dikim te bigihînim şîvereyên rastiyê. 12 Da ko çaxa tu dimeşî gavên xwe bi rastî bavêjî û heke te baz da bi tu tiştî me kevî. 13 Şîretên min xweş bigire, dest ji wan bermede, wan biparêze ji ber ko ew in jiyîna te. 14 Me de ser xaçereyên mirovên bêkêr û me keve ser reya peyayên xerab. 15 Berde, bila ew tê de bimeşin, lê tu jê dûr keve û wêdetir here. 16 Ji ber ko wan heke xerabî ne kirin, ni karin razin û heke peyayek ne xistine erdê xew ji çavê wan direve; 17 Ew, nanê xirabiyê dixwin û şeraba zorkeriyê vedixwin. 18 Lê, şîvereya dilpakan mîna ronahiyê dibiriqe û rewşa wê heta nîvê rojê her û her bêtir dibe. 19 Lê, reya mirovên xerab qey tarî ye, û ew ni zanin diçin kû û bi çi tiştî wê bikevin. 20 Kurê min, bala xwe bide gotinên min, guh bide gotarên di min. 21 Ew, bila dûrî çavên te ne bin; wan di kûrahiya dilê xwe de biparêze. 22 Ew, jiyîn e, ji bona yên ko ew peyda kirin; û ji bona laşê wan xweşî û saxelemî ye, 23 Ji her tiştî bêtir guh bide dilê xwe, ji ber ko kaniyên jiyînê jê tên. 24 Durûtiyê ji xwe dûr xe û gotinên nemerd ji lêvên xwe bavêje. 25 Berde, bila çavên te rast bi rast li pêşiyê binêrin û çermên di wan bikevin ber te. 26 Berde, bila piyên te bi serbestî pêş ve bikevin, bêşik wilo berve diçi; 27 Ne ber bi aliyê rastê û ne jî ber bi aliyê çepê ve xwe xwîl me ke û piyê xwe ji xiraban bi guhêre. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society