Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Methelokên 31 - Methelokên Hezretê Silêman 1947

1 Ev in gotinên Qral Lemuel; pendên ko deya wî hînî wî kiri bûn.

2 Ez ê çi bêjime te kurê min? Çi bêjime te kurê canê min? Çi bêjime te roniya çavên min?

3 Xurtiya xwe me de jinan; û me keve ser reyên ko Mîr têde perîşan dibin.

4 No, Kral Lamuel, li qrala na yê ko şerabê vexwin û ne jî li mîrekan tê, vexwarinine xurt.

5 Heye ko ew bi vexarinê qanûn û nizama ji bîra dikin; û heqê bêçareyan dişkînînîn;

6 Vexwarinine xurt bidin mirovên ko di perîşaniyê de ne; û şerabê bidin peyayên dilşikestî;

7 Da ko pê perîşaniya xwe ji bîra bikin û bextreşiya wan bila me yê pêş çavê wan.

8 Devê xwe veke ji bona mirovên lal û ji bona parastina heqê yên ko hatine ji bîra kirin;

9 Devê xwe veke û bi edaletê hikim bike û heqê bêçare û belengazan (ji erdê rake û) bide wan.

10 Kî dikare jinikeke pak peyda bike, ji mirariyan zehf hêjatir e.

11 Dilê mêrê wê pê amin dibe û karê di wî kêm na be.

12 Di hemî jiyîna wî de, wî na êşîne û qenciyê dike wî.

13 Hirî û kitan peyda dike û bi destên xwe bi kêfxweşî dixebite.

14 Mîna gemiyên bâzirganiyê nanê xwe ji dûrahiyan tîne.

15 Beriya rojhelatî radibe û xwarinê dide xelkên malê û zadê xadimeyan . . .

16 Bala xwe dide zeviyekê û wê dikire û bi kedê destê xwe jê rêzek çêdike.

17 Piştiya xwe dişidîne û zendên xwe dixurtîne.

18 Dizane, tiştê ko kar kiriye qenc e; çira wê bi şev qet na temire.

19 Destên xwe datîne teşiyê û tiliyên wê dirêsin.

20 Arîkariya bêçareyan dike; û destê xwe dide belengazan.

21 Ji bona xelkê mala xwe xema daketina berfê na xwe, ji ber ko hemî ehlên malê xwedî du deste cil in.

22 Ji xwe re mêzeran cêdike, cilên di wê ji hewrûşimê ergiwani ne.

23 Mêrê wî di dergehan de nas e, gava bi rîspiyên bajêr re rûdine.

24 Kirasan çêdike, û difiroşe û ji bazirganan [re] re piştiyan dide firotin.

25 Xurtî û serfirazî cilên wê ne û li rojên pêşiyê bi kenîna dinêre.

26 Devê xwe bi eqilmendiyê vedike û li ser zimanê di wê pendine şîrîn hene.

27 Li karên mala xwe miqate dibe û nanê tiraliyê na xwe.

28 Kurên di wê radibin û dibên bextiyar e û mêrê wê radibe û pesnê wê dide.

29 Zehf keçik hene ko pak in, lê tu ji hemiyan payebilindtir î.

30 Delalî xapinok e, û spehîtî winda dibe, divê mirov pesnê wê jinkê bide ya ko ji Xwedê tirsiyar e.

31 Ji kedên destê wê bidin wê û bila di dergehên bajêr de emel û kirinên di wê, pesnê wê bidin.

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

British & Foreign Bible Society
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ