Methelokên 30 - Methelokên Hezretê Silêman 19471 Ev in gotinên Agur, kurê Jake; pend û peyivên di wî. Min xwe westandiye Yezdanê min, Xwe westandiye Yezdanê min; û dawî diviya bû dey jê berdim. 2 Ji ber ko ez ji her kesî kêmeqiltir im, û hişê mirovekî li ba min nîne. 3 Ez hînî eqilmendiyê ne bûme û ne giha me zanîna ewliyayan. 4 Kî hilkişiyaye ezmanan, û kî jê daketiye? Kê dikarî bû bayî bigire? Kê di dawa xwe de av kom kiriye? Kê şanî dawiya erdê daye? Navê wî û navê kurê wî çi ye? Tu dizanî? 5 Hemî gotinên yezdan hatine ceribandin. Yezdan ji bona peyayên ko xwe spartine Wî mirtalek e. 6 Tu gotin bi ser yên Wî re zêde me ke; an ne te diêşîne û tu derewîn derdikevî. 7 Ji te du tiştan dixwazim: hêviya min bi şûnda vemegerîne, beriya ko bimirim . . . 8 Durûtî û derewan ji min dûr bike; ne dewlemendî û ne jî belengaziyê bide min; bi tenê nanê ko ez hewcedar im. 9 Ji tirsa ko di dewlemendiyê de, te inkar bikim û bibêjim: Xwedê kî ye? an di belengaziyê de diziyê bikim, û zimandirêjiya navê Xwedeyê xwe me kim. 10 Li ba sermiyan paşgotiniya xulamê wî me ke; heye ko lanetan li te dike û tu pê sûçdar dibî. 11 Çêliyek heye lanet li bavê xwe dike; û qedrê deya xwe na gire. 12 Çêliyek heye bawer dike ko paqij e; herçend jî mirdariya xwe hêj ne şûştiye. 13 Çêliyek heye çavbel û pozbilind e. 14 Çêliyek heye diranên di wî şûr in, û hestîçeneyên di wî kêrik in; ewê belengazên welêt û xelkê bêçare daqurtîne. 15 Du keçikên xwînmêja hene: bide, bide. Sê tişt hene ko têr na bin û çar hene ko tu cara na bêjin bes e. 16 Gorin, jina stewr, axa ko têra xwe av venexwariye û agirê ko tu cara na bêje bes e. 17 Çavê ko henekê xwe bi bavê xwe dike û bindestiya deya xwe kirin jê re giran tê; qijikên tîjavan wî dê biperitînin û qertelên ciwan wî dê bixwin. 18 Sê tişt hene ko eqlê min na gihe di wan: no çar in tiştên ko ez tê na gehim; 19 Şopa eyloyan li ezmanan, dewsa maran li ser tehtan, şopa gemiyan li ser rûyê avê û dewsa mêran li ba jinikeke ciwan. 20 Ev e reya jinikeke zinakar, dixwe; devê xwe ziwa dike û di pişt re dibêje: min tu xirabî ne kiriye. 21 Sê tişt hene ko erdê dihejînin; û çar tişt hene ko erd ni kare wan hilgire: 22 Evdê ko bûyê sermiyan, û bodileyê ko têr nan xwariye. 23 Jinikeke ne ecibandî ya ko dizewice; û xadima ko dibe mîratxwera stiya xwe. 24 Li rûyê erdê çar heywanên biçûk hene; biçûk lê gelek bijîr: 25 Mûrî, miletekî bê qiwet, di havînê de zadê xwe kom dike. 26 Kevroşk, nijadekî nezexim; lê mala xwe di nav zinaran de çêdike. 27 Kulî, her çend jî qralê wan nîne; hemî lek bi lek bi nizam difirin. 28 Pîrhevok, ya ko bi destê xwe dixebite û di qesra qralan de ye. 29 Sisê hene ko meşçeleng in; û çar yên ko gavavêtina wan spehî ye: 30 Şêr, egîdê heywanan, li ber tu kesî de xwe na de paş; 31 Hespê zîn û hevsar kirî, an nêrî û qral; yê ko kes pê ni kare. 32 Heke nefsmezinî nav di te dide û dikî dînîtiyekê bikit û ger fikr û ramanine xirab di serê te de ne; destê xwe deyne ser devê xwe; 33 Heke şîr hate keyandin û meyandin jê nivîşk çêdibe, heke difin xurt hatiye giwaştin jê xwîn tê; û heke erin hate germ kirin pê pevçûn çêdibe. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society