Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Methelokên 3 - Methelokên Hezretê Silêman 1947


Bir 3

1 Kurê min, qanûnên min ji bîra me ke û pendên min, bila di dilê te de cih bigirin;

2 Ew ê ji te re jiyîneke dirêj, saline xweş û selametiyê bidin.

3 Bila, qencî û dilrastî dûrî te me kevin, tu wan bi stoyê xwe ve girêbide, wan li ser depê dilê te binivisîne.

4 Wilo hişê te wê bibe saxelem û tu ê bibî delalê Xwedê û yê dilên xelkê.

5 Bi hemî xurtiya dilê xwe, xwe bispêre Xwedê û pişta xwe bi eqilmendiya xwe me şidîne;

6 Her û her Xwedê bîne bîra xwe, ewê reya te firehtir bike.

7 Di pêşiya çavê xwe de, xwe bi eqilmendiya xwe me nepixîne; ji Xwedê bitirse û dev ji xirabiyê berde.

8 Pê gurçikên te bijûn û hestiyên te çalak bibin.

9 Bi mal û zadê xwe ê nûgihayî qedrê Xwedê bigire:

10 Hingi, enbarên te wê bibin tejî zad û dexil û denên te tejî şerab.

11 Kurê min, tekdîrên Xwedê kêm me bîne û ji êşandina di Wî dilteng me be;

12 Ji ber ko Xwedê weke bav bi kurên xwe dikin, peyayên ko hejî wan dike diêşîne.

13 Serbilind e mirovê ko gihaye kikmet û şehrezayiyê û yê ko bijîr e…

14 Tiştê ko wî pê kar kiriye ji zîv û peran çêtir e, û feyda ko jê tê ji ya zêran hêjatir e;

15 Ew, ji mirariyan girantir e û qîmeta wê ji her tiştên bibeha mezintir e.

16 Di aliyê wi ê rastê de jiyîneke dirêj û yê çepê de dewlemendî û serfirazî hene.

17 Reyên ko di pêşiya wî de ne, yên xweşiyê ne û hemî şîvereyên di wî têr tenahî û selamet in.

18 Ew, ji bona yên ko wê digirin dara jiyînê ye, û yên ko wê xurt digirin bi çiqasî bextiyar in.

19 Ji ber ko Xwedê hîmê dinyayê bi hikmet û şehrezayiyê daniye û bi eqilmendiyê ezmanan şidandine;

20 Bi hikmeta wî devên kûrahiyan vebûne û ji ewran xunav diniqute.

21 Kurê min, bila ev tiştên he, li pêş çavên te bimînin tu pê bîrewer û bextiyar bibî.

22 Ew ê bibin jiyîna giyanê te û zînetên stoyê te.

23 Tu pê di reya xwe de bi ewleyî bimeşî û piyên te li tiştekî na kevin.

24 Heke te xwe dirêj kir, tirs na keve dilê te û ko tu razayî xewa te wê bibe şîrîn.

25 Êdî, bila tirsa te ne mîne, ne ji tometekê ji nişkan ve û ne jî, ji êrîşa peyayên xerab;

26 Ji ber ko tu xwe bi Xwedê wê bisitirîni û ew ê lingê te ji kemînan biparêze

27 Heke ji destê te tê, arîkariya hewcedaran bike û xwe jê me de paş.

28 Heke di destê te de heye, bide; û ji xelkê re me bêje îro here û sibe were û ezê bidim te.

29 Xirabiya kesê ko li ba te rûniştiye me xwaze û me de eqlê xwe.

30 Bê sebeb, li acizkirina kesê ko tu neçeyiya wî ne gihaye te, me gere.

31 Berberiya zorkeran ne ke û me de ser şopa wan.

32 Xwedê ji rêderketiyan dikerihe; lêbelê Ew hevalê dilpaqijan e;

33 Laneta Xwedê di mala peyayên xirab de ye, lê Ew rehma xwe digihîne mala pakdilan;

34 Xwedê tevza xwe bi henekkeran wê bike; lê Ew ji comerdiya xwe dide belengazan;

35 Para eqilmendan serfirazî ye, û ya ehmeqan şermisarî.

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

British & Foreign Bible Society
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ