Methelokên 29 - Methelokên Hezretê Silêman 19471 Yê ko şayesteyî êşandinê ye û serbaziyê dike bi derbekê wê bikeve perîşaniyê û kes ni kare wî xelas bike. 2 Gava eqilmend pir dibin; xelk di şahiyê de ne; lê gava mirovên xirab sermiyaniyê dikin xelk axîna tînin. 3 Yê ko ji eqilmendiyê hez dike bavê xwe kêfxweş dike; lê yê ko diçe cem qehbikan malê xwe winda dike. 4 Mîr bi edaletê welatê xwe xurt dike; lê yê ko diyariyan dibe erdê xwe xira dike. 5 Yê ko pesnê xelkê dide; davek vedike pêşiya xwe. 6 Di gunehkariya mirovên xirab de davek heye; lê yê adil serfiraz û dilxweş dibe. 7 Mirovê adil heqê belengazan nas dike; lê yê xirab guh na didê. 8 Tevzeker bajara tevlîhev dikin; lê eqilmend hêrsa xelkê hêdî dikin. 9 Ger eqilmendek bi yekî ehmeq lihevket; bienire jî, bi kene jî safî kirin zehmet e. 10 Mirovên devbixwîn ji eqilmendan nefiran dikin; lê mirovên rast wî dihemînin. 11 Bêeqil hemî erna xwe têxe pêş xelkê; lê eqilmend devê xeyda xwe digire. 12 Heke sermiyanek guh dide derewan; hemî xulamên di wî bêkêr in. 13 Belengaz û dewlemend rastî hevûdu tên; yê ko çavê her diwan ronî kiriye Xwedê ye. 14 Textê Mîrê ko di nav belengazan de bi dilpakî hikim dike her payedar e. 15 Ço û tekdîr eqilmendiyê didin; lê lawikê ko biserê xwe hatiye hiştin rûyê deya xwe reş dike. 16 Gava mirovên xirab pir dibin guneh zehf dibe; lê eqilmend perîşaniya wan dê bibînin. 17 Kurê xwe biêşîne; ew ê rahetiyê bide te; û dilê te pê dê şa bibe. 18 Gava wehî na yê xelk bê ser dibin; lê yên ko dev ji qanûnên Xwedê bernadin çiqas bextiyar in. 19 Dîl, bi gotina, xwe na selihîne, seh bike jî guh nade. 20 Gava yekî dibînî ko di axaftinê de lezê dide xwe; bizane ko mirov jê bêtir; dikare ji dînokekî hêvîdar bibe. 21 Xulamê ko mirov ji biçûkahiya wî ve pê re bi nermî da û stand, li dawiyê bawer dike ko kurê malê ye. 22 Mirovê erno rêdide pevçûnê û yên xeyidhebîn gelek gunehan dikin. 23 Nefsmezinî xwediyê xwe kêmqedir dike; lê yê ko nefisbiçûk e; wê serbilind bibe. 24 Yê ko ji dizekî parek dibe dijminê giyanê xwe ye; wî didin ber sundê û dîsa rastiyê na bêje. 25 Tirsa mirovan ji wan re davek e; lê yê ko xwe dispêre Xwedê dê bête hemandin. 26 Zehf in yên ko li rûyê Mîr digerin; lê yê ko heqê her yekî dide Xwedê ye. 27 Mirovê adil ji nekesan dikerihe û yê xerab ji yên ko li ser reya rastiyê dimeşin dikerihin. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society