Methelokên 28 - Methelokên Hezretê Silêman 19471 Peyavê xirab baz dide; bê ko kes bikeve pey wî; lê dilpak mîna şêrekî ciwan dilqewîn e. 2 Heke xelkê welatekî serxwerabûn sermiyan pir dibin; lê di destê mirovekî zana û eqilmend de welat payedar dibe. 3 Mirovekî belengaz yê ko zer dide bêçareyan, mîna teyroke e ko pê zad xira dibe. 4 Yê ko guh ne de qanûn û nizaman pesnê mirovên xirab dide; lê yên ko qedrê qanûnê digirin jê dixeyidin. 5 Yê ko xirabiyê dikin edalet çiye seh na kin; lê yê ko li Xwedê digerin bîrî her tiştî dibin. 6 Belengazê ko li ser reya xwe a rast dimeşe; çêtir e ji dewlemendê ko dide ser reya xwar. 7 Yê ko bindestiya qanûn û nizaman dike kurikekî bijîr e; lê yê ko diçe nik sefîhan bavê xwe rûreş dike. 8 Yê ko bi faiz û mirabiheyê malê xwe bêtir dike; ji bona mirovê ko feqîrdost e, ew mal berhev kiriye. 9 Heke yekî rûyê xwe ba dide ta ko dengê qanûnê me bihîse; diayê wî jî mekrûh e. 10 Yê ko mirovên rast dike ji rê derîne; dikeve çala ko kolaye; û mirovên pak mîratxwerên bextiyariyê ne. 11 Dewlemend bawer dike ko eqilmend e; lê belengazê hişyar wî diceribîne. 12 Gava eqilmend serfiraz dibin, şahî û şahînetek e; lê gava mirevên xirab serê xwe radikin; (bila) xelk xwe veşêrin. 13 Yê ko emelên xwe ên xirab inkar dike (divê bizane) ko jê na yê; lê yê ko pê mukir tê û toban dike; digehe rehmê. 14 Bextiyar e mirovê ko tirsa (Xwedê) her di dilê wî de ye; lê yê ko dilhişk dibe dikeve helaketê. 15 Peyayê xirab yê ko bûye sermiyanê miletekî feqîr mîna şêrek e ko erênan dike û weke hirçekî birçî ye. 16 Qralê bêeqil hema xedariyê dike; lê yê ko ji cavbirçîtiyê hez na ke; hikmê xwe payedar dike. 17 Yê ko xwîniyê mirovekî ye heta gora xwe wê baz bide; û (bila) kes wê me sekinêne. 18 Yê ko li ser reya bext û namûsê dimeşe dige he felatê; lê yê ko li ser reyân xwar digere carekê wê bikeve. 19 Yê ko erdê xwe cot dike têr nan dixwe; lê yê ko dide pey xiyalên pûç têrî birçîtiyê dibe. 20 Mirovekî xwedîbext zehf qencî u bereketê dibîne; lê yê ko bi qesda dewlemendbûnê xwe dilezîne, dawî dikeve belayekê. 21 Na be ko mirov guh bide xuyandariya xelkê; û carna mirov ji bona perçeke nan gunehkar dibe. 22 Yê ko ber bi dewlemendiyê; xwe dilezîne û hesûd e; ni zane ko tengasî dikare bê pêrgîna wî. 23 Li dawiyê, di pêşçavê xelkê de, mirovê ko yekî diêşîne çêtir e ji mirovê ko ji derewan jê re bi dev şîrîn dike. 24 Yê ko malê dê û bavê xwe didize û dibêje ev ne tu guneh e; hevalê xiraba ye. 25 Nefsmezinî rêdide pevçûnê; lê yê ko xwe dispêre Xwedê kamiran dibe. 26 Yê ko pişta xwe bi eqilmendiya xwe dişidîne sersem e; lê yê ko li ser reya eqilmendiyê dimeşe digehe felatê. 27 Yê ko arîkariya belengazan dike na keve tengasiyê; lê yê ko (di pêşiya bêçareyan de) çav û guhê xwe digire dikeve laneta xelkê. 28 Gava mirovên xirab serê xwe radikin xelk xwe vedişêrin; lê gava ew winda dibin, pakdil zehf dibin. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society