Methelokên 27 - Methelokên Hezretê Silêman 19471 Bi sibe pesnê xwe me de; tu ni zanî sibe wê çilo bibe. 2 Berde bila yekî din pesnê te bide, û ne ko devê te; mirovekî biyanî û ne lêvên te bixwe. 3 Kevir giran e, û sêlak barek e; lê erna dînokan ji her diwan girantir e 4 Xeyid bêrehm e, û erin mîna rabûna avê ye; lê kî dikare di pêşiya dexsê de bisekine. 5 Lewmeke vekirî ji hevaltiyeke veşartî çêtir e. 6 Brînên ko destbrayekî vekirine delîlê dostaniya wî ne; lê maçên dijminekî xapînok in. 7 Yê ko têr bûye pê li şaneyên hingiwî dike; lê yê ko birçî ye; tiştekî tehil jî tamşîrîn dibîne 8 Mirovê ko ji bajarê xwe dûr ketiye; mîna çûkeke ko ji hêlîna xwe dûr firiyaye. 9 Dil bi bihn û bû şa dibe û şîretên hevalekî dilnerm şîrînin. 10 Dev ji hevalê xwe û yê bavê xwe bermede; û gava di tengiyê de yî, me çe mala brayê xwe; cîranekî nîzing ji brayekî dûr çêtir e. 11 Kurê min, aqil be, û pê dilê min şa bike û ez ê bikarim li peyayê ko qedrê min dişkînîne vegerînim. 12 Mirovê xwedîtedbîr xirabiyê dibîne û xwe vedişêre; lê yê sersem pêş ve diçe û tête êşandin. 13 Cilên peyayê; ko bûye kefîlê yekî jê bistîne û ji mirovê ko kefîltiya jinikeke xerîb dike gerewan bixwaze. 14 Heke yekî sibe zû bi dengekî bilind silavan li yekî dike; weke lanetek tête hesibandin. 15 Sûlava avê di rojên baranê de û jenikeke bedxû mîna hev in; 16 Yê ko dixwaze wê bigire; qey bê û zeytê dike bigire. 17 Hesin bi hesin tête hesûn kirin; wilo jî mirovek bi mirovekî. 18 Yê ko bala xwe dide dara hejîrê, jê wê bixwe û yê ko bala xwe dide serekê xwe dê biqedir bibe. 19 Herwekî siha rû li avê pêşberê rû ye; wilo jî dilê mirova pêşberê hev in. 20 Gor û dojeh tucara tejî na bin; welê jî çavê mirovan qet têr na bin. 21 Dîzîk ji bona zîv e û êtûn ji bona zêr; qedrê mirovekî jî li gora devên ko qala wî dikin eşkere dibe. 22 Heke te dîna mîna livekî xist coniyekî û ev da ber hodê; dîsa dînîtiya wan ji wan venaqete. 23 Pezên xwe yek bi yek nas bike û bala xwe bide keriyê xwe. 24 Herwekî dewlemedî her û her dom na ke û tacek tim ne payedar e. 25 Giyayê hişk tête berhev kirin, çêre ji nû ve heşîn dibe, û giyayên çiyan têne çinîn. 26 Berx cilên te didin; û nêri heqê zeviyekê tînin. 27 Şîrê te ê bizinan besî xwarina te, ya mala te û ya navmaliyên te ye. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society