Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Methelokên 26 - Methelokên Hezretê Silêman 1947

1 Berf li havînê, baran li dema paleyiyê û serfirazî ji bona bêhişekî li hev na yên.

2 Her wekî çûk difire û hechecok baz dide; laneta bê rê jî cih na gire.

3 Ji bona hespan qemçî, ji bona keran hevşar û ji bona dîna li pişta wî çoyek.

4 Li dînekî li gora dînîtiya wî vemegerîne; ji tirsa ko li ser wî ne çî.

5 Lê, li dînekî li gora şayestedariya wî vegerîne; da ko ew bawer ne ke ko aqil e.

6 Yê ko bi qasidekî bêeqil xeheran rêdike lingê xwe dişkînîne; xirabiyê vedixwe.

7 Gotina eqilmendiyê di devê dîna de mîna go venda seqeta ye.

8 Yê ko qedrê dîna digire mîna mirov e ko kevirekî li berkaniyekê girêdide.

9 Di devê dînokekî de gotineke hêja, mîna destê serxweşekî de stirîyek e, yê ko wî brîndar dike.

10 Mirovê ko bêhiş û gunehkaran di dora xwe de dicivîne; mîna tîravêjekî ye ko her kesî brîndar dike.

11 Dînê ko vedigere dînîtiya xwe mîna seyek e ko vereşandiya xwe dike devê xwe.

12 Heke te mirovek dît yê ko bawer dike eqilmend e; bizane ko mirov ji ehmeqekî dikare jê bêtir hêvidar be.

13 Tiral dibêje: li ser rê şêrek heye; di nav kûçe û kolanan de şêrek heye.

14 Her wekî derî li ser zerzînên xwe de diqeliqe, wilo jî mirovê tiral di textê xwe de ji alikî diqulipe alîkî.

15 Tiral destê xwe dadike firaxê, lê jê re zehmet tê ko pariyê bîne devê xwe.

16 Tiral bawar dike qey ji heft peyayên ko bi eqilmendî li pirsan vedigerînin hişyartir e.

17 Mirovê ko seba pevçûnekê ko wî pê ne bendewar e dixeyide: mîna peyayekî ye ko seyekî ji guhê wî digire.

18 Dînokekî ko tîr û agir û mirinê davêje çawa ye;

19 Mirovê ko xelkê dixapîne û di pişt re dibêje ma min yarî ne dikir! Welî ye.

20 Ji tunebûna êzingan agir ditemire; di cihê ko tu kes paşgotiniyê na ke, pevçûn disekine.

21 Komir gurî, êzing agir û mirovê teşxelehebîn pevçûna germ dike.

22 Xeberên peyayên ko paşgotiniyê dikin mîna pariyine şîrîn in, diçin hindurê canî.

23 Lêvine germ û dilekî sar û xirab, mîna şerbikeke zîv tamkirî.

24 Dijmin bi gotinan xwe diguhêre; lê di dilê xwe de xirab e;

25 Heke wî dengê xwe şîrîn kir, tu pê baweriya xwe mey ne;

26 Heke kîna xwe bi hîlebazîyê veşartiye jî, di civatê de, ew ê xwe kifş bike.

27 Yê ko çalek kola lê bikeve û kevir wê vegere ser peyayê ko ew gêr kiriye.

28 Zimanê derewîn ji xesardîtiyên xwe dikerihe û devê ko bi derewan dipesinîne perîşaniyê pêk tîne.

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

British & Foreign Bible Society
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ