Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Methelokên 25 - Methelokên Hezretê Silêman 1947

1 Ev in hêj Methelokên Silêman, yê ko bi destê peyayê Ezekiyas, Qralê Cuhistanê; hatine berhev kirin.

2 Mezinahiya Xwedê veşartina tişta ye; lê mezinahiya qrala kifşkirina wan e.

3 Ezman bilind in, erd kûr e, û qesda dilê Qralan na yên seh kirin.

4 Kefên zîvî jê hilîne; ji bona zîvker guldankek derdikeve.

5 Ji tenişta Mîra mirovên xerab hilîne; pê textê wî bi edaletê qaim dibe.

6 Di dîwana Mîran de me keve pêşiyê û cihê mezinan me gire.

7 Çêtir e ko ji te re bête gotin: were hilkêşe jor; û ne ko di pêşiya qral de qedrê te bête şkênandin û tu wê bi çavê xwe bibînî.

8 Bê giranî me be dawadarê tiştekî; ma heke qedrê te hate şkênandin tu ê çi bikî.

9 Bi xelkê re doz û dawa xwe bike; lê veşartiya mirovekî din eşkere me ke.

10 (Bide eqlê xwe), yê ko bihistiye heye ko lewman dike te û navê te dikare pê di nav xelkê de kêmqedir bibe.

11 Gotineke bi rê mîna sêveke zêrîn li ser firaxeke zîv e.

12 Tekdîrên mirovekî hikmetdar ji bona guhên hişyar weke guhar û gerdeniyine zêrîn in.

13 Qasidekî rast ji bona mirovê ko wî dişîne, mîna honikahiya berfê di meha paleyiyê de ye; pê rahetiya canê wî vedigere ve.

14 Yê ko pir dibêje û na yêne cih mîna ewr û bayên bê baran e.

15 Sebir erna qrala nerm dike, û zimanekî şîrîn hestiyan dişkînîne.

16 Ko te hingivî peyda kir li gora bihn û can bixwe; lê zêde me ke, da ko venereşînî.

17 Pir meçe nik cîrana; dikare ji te têr bibe û dawî ji te dikerihe.

18 Şahidê derewîn ji bona xelkê mîna tîr û rim û şûr e.

19 Di roja tengiyê de xwe bi bêbextekî girêdan weke diranekî şikestî an lingekî bêxeyr e.

20 Di rojeke sar de xwe tazî kirin û li ser sodayê de sihik çawa ye; mirovê ko di pêşiya dilekî brîndar de berdolaviyan dibêje wilo ye.

21 Heke dijminê te birçî ye jê re nan bide; heke tihu e; avê deyn pêş wî.

22 Tu pê li ser serê wî agirine sor kom dikî û Xwedê li te wê vegerîne.

23 Bayê kur baranê tîne û yê ko bi dizîka paşgotiniya dike xelkê dixeyidîne.

24 Çêtir e ko mirov di binê barî de li gûşeyekê bimîne û bi jinikeke bedxû di malekê de rûmene.

25 Xebereke rind ji welatekî dûr; mîna aveke sar ji bona peyayekî westiyayî ye.

26 Mirovekî pak yê ko di pêşiya mirovekî xirab de dikeve; mîna kaniyeke şeylo û ava sûlaveke têkreçûyî ye.

27 Pir hingivî xwarin ne tiştekî qenc e; û li pey tiştine giran ketin, giraniya canî ye.

28 Mirovê ko bi nefsa xwe ni kare, weke bajarekî vekirî ê bê beden e.

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

British & Foreign Bible Society
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ