Methelokên 24 - Methelokên Hezretê Silêman 19471 Me de pey mirovên xirab û me be minêkarî hevaltiya wan; 2 Ji ber ko kirina xirabiyê qesda dilê wan e, û lêvên wan neçeyiyê dibêjin. 3 Malek bi eqilmendî tête ava kirin û bi hişyarî tête parastin. 4 Bi şehrezayî mezelên xaniyan tejî hûr û mûrên hêja û qîmetdar dibin. 5 Mirovekî eqilmend xurt e; û mirovekî hişyar zexm û xwedîqidret e. 6 Mirov divê bi hisab şer bike û li wê ko şîretker zehf in, serfirazî heye. 7 Ji bona dînokan eqilmendî gelek bilind e; di civata hakiman de ew devê xwe venakin. 8 Ji peyayê re yê ko kirina xirabiyê dide eqlê xwe mizawir tête gotin. 9 Qesdekî xerab; dînîtî û gunehkarîyek e; û xelk ji qeşmer û tevzekeran diqehirin. 10 Yê ko di tengiyê de sistiyê dike ne xurt e. 11 Peyayên ko dikin bikujin xelas bike û dest ji peyayên ko dikin şerjê bikin bermede . . . 12 Heke, te ev ne kir û got; xwezî, me ne dizanî . . . Ma yê ko dilan diceribîne ev ne dîtiye? Yê ko canê te diparêze pê ni zane? û li her kesî li gora emelê wî venagerîne . . . 13 Bixwe, kurê min, hingivî; ji ber ko ev baş e; hingiviyê daweriwandî; û ezmandevê te bila pê şîrîn be. 14 Û wilo jî eqilmendî ji bona canê te pak e; heke te ew peyda kir, rojên te rewşen bibin û hêviya te pûç na be. 15 Di pêşiya devê deriyê dilpakan de, mîna mirovên pîs kemîna deymene; û cihên wêsihandina wan xira me ke. 16 Ji ber ko mirovekî dilpak heft caran dikeve û dîsa radibe; lê peyê xiraban kûr dikevin perîşaniyê. 17 Ko dijminê te ket, bila dilê te pê şa me be û bi perîşaniya wî kêfxweş me be. 18 (Jê hisaban bike); bi tirsa ko Xwedê dikare bibîne û pê aciz bibe û dev ji êşandina wî berde 19 Ji ber mirovên ko xirabiyê dikin me enire; û wan jî me ecibîne. 20 Ji ber ko yên xirabdestiyê bê hêvî ne û çira wan zû ditemire. 21 Kurê min, Ji Xwedê û ji qralan bitirse; û têkilî teşxelekeran me be. 22 Ji ber ko bela bi derbekê bi ser wan de wê bê û kî dizane bi çi awayî dê bêne êşandîn. 23 Ev ji gotinên eqilmendan e. Ne baş e ko mirov di hikimkirinê de guh bide meqamê dehwadaran. 24 Yê ko ji mirovekî xirab re dibêje: tu adil î! . . . Xelk jê nefiran dikin, milet lê lanetan dikin. 25 Lê yên ko wan diêşînin, têne pesinandin û bextiyari weke rehmetekê bi ser wan de tê. 26 Bersîveke rast mîna maçeke şîrîn e. 27 Ji der ve karê xwe pêk bîne, zeviya xwe cot bike; û du wan, tu ê mala xwe ava bikî. 28 Bi eqilsivikî, di heqê xelkê de şehdetiyê me de; ma tu dixwazî bi lêvên xwe xelkê bixapînî. 29 Me bêje; mîna ko wî bi min kiriye ez ê pê bikim; li her kesê li gora emelê wî vegerînim. 30 Ez ji tenişta zeviya mirovê tiral û rezê dînokekî derbaz bûme; 31 Û binêr, erd têr stirî bû, muxeylan rûyê erdê girti bûn û dîwar hilweşiyayî; 32 Ko çavê min pê ket; min bala xwe da û ez ji dîtina xwe elimîm; 33 Tu dixwazî hinik biponijî û hinik rakevî; û zendên xwe piçik deynî ser hev û du da ko razî . . . 34 Û belengazî weke rêvingiyek bi ser te de wê bê û hewcedarî, mîna şerûtekî wê dirêjî te bike. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society