Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Methelokên 23 - Methelokên Hezretê Silêman 1947

1 Heke tu bi yekî mezin re xwarin dixwî, bala xwe bide tiştê ko li pêş te ye.

2 Û heke tu zehf xwera yî kêrikek deyne qirika xwe.

3 Minêkarî xwarinên wî ên tamzirav me be; ev xwarineke xapînok e.

4 Bi qesda dewlemend bûnê xwe me êşîne, dev jê berde.

5 Ma çavê xwe berdidî tiştên ke winda bibin? dewlemendî xwedî per û bask dibe û mîna qertelan ber bi ezmanan ve difire.

6 Nanê peyayên çavhar me xwe û mirêkarî xwarinên wî ên çak me be.

7 Ji ber ko xwarina wan mîna canê wan kirêt e; ji te re dibêje bixwe û vexwe; lê dilê wî bi tene pak e.

8 Pariyên ko te xwariye tu ê vereşînî û tu gotinên xwe ên delal winda bikî.

9 Li guhê dînekan tiştek me bêje; ew şehrezayi va gotinên te kêmî xwe dibînin.

10 Derbazî sînorên kevin me be û me keve zeviyên sêviyan.

11 Ji ber ko sermiyanê wan xurt e; û ew ê doz û dehwa wan safî bike.

12 Dilê xwe veke pend û dersan; guhbide gotinên zanînê.

13 Dest ji terbiyeta zaroyan me kişîne, heke te lê çoyek da, ew pê na mire.

14 Tu bi çoyekî li wî dixî; lê pê dil û canê di wî ji mirinê xelas dikî.

15 Kurê min, heke dilê te eqilmend e, pê dilê min jî şa dibe.

16 Gava lêvên te rastiyê dibêjin pê bihna giyanê min vedibe.

17 Dilê te bila gunehkaran me ecibîne; lêbelê tirsa Xwedê tim û daim di bîra te de be;

18 Pê dawiya te baş bibe û hêviya te pûç dernakeve.

19 Bibihîse, kurê min, eqilmend bibe û dilê xwe bide aliyê rastiyê.

20 Têkilî peyayên ko pir şerabê vedixwin û zehf goşt dixwin me be.

21 Ji ber ko serxweş û peyayên xwera belengaz dibin û cilên mirovên xewhebin çirandî ne.

22 Guh bide bavê xwe yê ko rê da jiyîna te û dema pîrbûna wê de, qedrê deya xwe me şkînîne.

23 Rastiyê bikire lê wê mefiroşe; minêkarî eqilmendî, û pend û şîretan bibe.

24 Bavê mirovekî adil şa ye û yê ko dibe xwediyê kurikekî eqilmend dilşa dibe.

25 Bila dê û bavê te kêfxweş bibin; û bila ya ko tu aniye dinê di şabûniyê de be . . .

26 Kurê min, dilê xwe bide min; û bila çavên te li ser reyên min bên û pê şa bibe.

27 Ji ber ko qehbik çaleke kûr e; û jîna biyaniyan bîreke tenge.

28 Wê mîna nijdevanekî kemînan datîne û pê di nav mirovan de bêbext pirtir dibin.

29 Axîn ji bona kê? Weyla min ê ji bona kê? Pevçûn ji bona kê? Gilî û girîn ji bona kê? Birînine bêhisab ji bona kê? Çavine sor ji bona kê?

30 Ji bona yên ko ji tenişta şûşeyên şerabê ranabin; yên ko li şerabên tevlîhevkirî digerin.

31 Me nêre rengê şerabê ê sor, û di badînê de li şiklê wê ê çeleng û yê ko xweş tête vexwarin.

32 Di dawiyê de mîna marekî gez dike û mîna dûpişkekî vedide;

33 Pê, çavên te li jinên biyaniyan binêrin û dilê te bi awakî fesadîn dê bipeyive.

34 Tu ê bibî mîna mirovê ko li ser rûyê behrê razayî ye, weke peyayê ko li ser serê dîreka gemiyekê raketiye.

35 Li min didin . . . laşê min na êşe . . . Li min xistine . . . ez pê na hesim . . . kengê ez ê ji xewa xwe hişyar bibim? . . . dixwazim ji nû ve vexwim,

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

British & Foreign Bible Society
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ