Methelokên 22 - Methelokên Hezretê Silêman 19471 Navekî baş ji dewlemendiyeke mezin çêtir e; rûmet ji zîv û zêran hêjatir e. 2 Dewlemend û belengaz divê tevlîhev bibin, her du jî Xwedê afirandine. 3 Eqilmend helaketê dibîne û xwe vedişêre; lê yê çavgirtî pêşve diçe û xesarê dibîne. 4 Hatinên pakdilî û tirsa Xwedê; jiyîn, serbilindahî û dewlemendî ne. 5 Stirî û kemîn di reya mirovên xirab de ne; lê yê ko ji canê xwe hez dike jê dûr diçe. 6 Zaroyan hêj di piçûkahiya wan de bidin ser reya rastiyê; ko ew pîr bû jî, jê dernakeve. 7 Dewlemend axatiya belengazan dikin û yê ko deyindar e; xulamê qerddayiyê xwe ye. 8 Yê ko tovê xirabiyê direşîne xirabiyê diçine û çoyê erna wî dişkê. 9 Mirovê ko nêrîna wî delal e digehe rehmê: ji ber ko ji nanê xwe dide belengazan. 10 Qeşmer û tevzekeran biqewirînin; pê pevçûn diqede; û lihevxistin û qedirşkênandin disekine. 11 Hevalê mirovê ko ji dilpaqijiyê hez dike û li ser lêvên wî gotinine delal hene, Qral e. 12 Çavên Xwedê zanînê dihemîne; lê gotinên bêbextan tevlîhev dike. 13 Tiral dibêje: ji ber ve şêr heye; ez di nav kûçe û kolanan de, wê bême kuştin. 14 Devê qehbikan çaleke kûr e; û yê ko Xwedê jê eniriye lê dikeve. 15 Dînîtî di dilê zaroyan de ye; lê çoya terbiyetê ewê jê dûr têxe. 16 Yê ko belengazan têşîne da ko dewlemend bibe; û ji bona piştxurtiya xwe jî, ji malê neheqiyê dide mezinan, dawî dikeve zîvariyê. 17 Guh bide, û gotinên eqilmendan bibihîse û zanîna min têxe dilê xwe. 18 Rind e ko ev tişt di dilê te de bimînin û li ser lêvên te de bisekinin. 19 Da ko tu pişta xwe bi Xwedê xurt bukî, min ev tişt bi te da zanîn. 20 Ma min ji bona te pend û şîret ne da nivîsandin; 21 Ji bona ko tu hînî tiştine ewle û gotinine rast bibî û ta ko pê bikarî li yê ko tu rêkiriye bi peyivine rast vegerînî. 22 Malê belengazan, ji ber ko ew sist û bêçare ne mestîne; û feqîran di devê deriyê xwe de me êşîne; 23 Ji ber ko Xwedê wê bibe dawadarê wan û canê yên ko malê belengazan standine wê bistîne. 24 Meçe nik peyayên xeydê û bi zorkeran re me meşe; 25 Da ko xirabiya di wî jê me girî û xerabiya wî me gehe canê te. 26 Têkilî peyayên ko xwe bi gotinan girêdidin û kefiltiya xelkê dikin, me be. 27 Heke te ev kir û ketiyî tengiyê, nivîna te jî, ji te dibin. 28 Derbazî sînorên kevin yên ko bav û kalên te danîne me be. 29 Heke te, di xebata xwe de mirovekî şehreza dît, bizane ko ew di tenişta Mîran de: wê bisekine; ne li ba mirovên hêkêr. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society