Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Methelokên 21 - Methelokên Hezretê Silêman 1947

1 Dilê Qralan; di destê Xwedê de weke avên coya ne; Ew wî ber bi kîjan alî ve divwaze vedigerîne.

2 Li gora mirovan her rêke wan rast e; lê yê ko dilan têxe mêzinê Xwedê ye.

3 Xwedê kirina heq û edaletê ji qurbana çêtir digire.

4 Çavên bel, dilekî xirayî û çira neçeyan gunehkarî ne.

5 Daxwazên mirovên baş digihînin bereket û boşahiyê; lê yê ko lezê li xwe dide dikeve tengasiyê.

6 Xezîneyên ko bi zimanekî derewîn hatine kom kirin xewn û xiyal in; û qasidên mirinê ne.

7 Zorkeriya neçeyan wan winda dike, ji ber ko dil na kin tiştê ko rast e çêkin.

8 Yê sûçdar dide ser xaçereyên xwar, lê mirovê bêsûç li ser reya rast dimeşe.

9 Cêtir e ko mirov di gûşa binê banî de rûne û ne ko di qesrekê de bi jinikeke teşxelehebîn.

10 Canê xeraban xerabiyê dixwazin û hevalê di wan li ber dilê wan, ne şîrîn in.

11 Gava qeşmerek tête êşandin, yê ehmeq pê aqil dibe; û heke dersa yekî hişyar hatiye dayîn, ew pê zana dibe.

12 Eqilmend, gava xirabî bi ser mala nerindan de tê, jê ibretê distîne.

13 Yê ko di pêşiya hawara belengazan de guhê xwe digire (bila bizane): ew ê jî rojekê gazî bike û kes lê venagerîne.

14 Dana ko bi dizîka çêbûye ernê disekinîne û diyariya ko bi awakî veşartî hatiye dayîn xezeban nerm dike.

15 Ji bona adilan kirina edaletê xweşdiliyek e; lêbelê mirovên xirab pê diqehirin.

16 Yê ko ji reya eqilmendiyê derdikeve, dikeve civata miriyan.

17 Yê ko ji zewqê hez dike di desttengiyê de dimîne û yê ko ji zeyt û şerabê hez dike dewlemend na be.

18 Mirovê xirab divê bibe fidya dilpakan û yê bêbext yê camêran.

19 Çêtir e ko mirov di qeracan de bijî û ne ko li tenişta jinikeke rageş û teşxeleker.

20 Xezîneyine biqîmet û zeyt di mala eqilmendan de ne; mirovên bêhiş wan daqurtînin.

21 Yê ko dide pey edalet û çakiyê, jiyîn, edalet û serfiraziyê peyda dike.

22 Eqilmend dikeve şartsianê egîdan û zora yên ko piştxurtiya wî bûn dibe.

23 Yê ko bala xwe dide zimanê xwe; canê xwe ji êş û teşxelan diparêze.

24 Qeşmer û tevizker in ko nefismezin û ji xwe razî ne, û bi ern û pozbilindî didin, distînin.

25 Daxwaza tiralan wan dikuje, ji ber ko destê wan na kin bixebitin.

26 Hin hene ro pê de dixwazin; lê yê pakdil bêminet dide.

27 Qurbana neçeyan tiştekî kirêt e; nemaze gava têde niyetine nepak hene.

28 Şahidê derewîn wê perîşan bibe; lê mirovê ko dizane bibihîse, her dê bipeyive.

29 Peyayê xerab bêar xwe dinepixîne; mirovê pak dilnizm û sergiran e.

30 Di pêşiya Xwedê de eqilmendî, şîret û hişyarî nî ne.

31 Hesp ji bona roja şerî hatiye cilûçek kirin; lê serfirazî di destê Xwedê de ye.

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

British & Foreign Bible Society
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ