Methelokên 20 - Methelokên Hezretê Silêman 19471 Şerab henekker e, vexwarinine xurt têr xirûcir in, yên ko zehf jê vedixwin ne eqilmend in. 2 Heybeta Mîra mîna qîrîna şêra ye, yê ko wî dienirîne; qesda canê xwe kiriye. 3 Xwe ji pevçûnê dan alîkî şerefmendî ye, lê bêhiş hemî xwe davêjin teşxelan. 4 Tiral dibêje zivistan e û cot na ke; û di wextê paleyiyê de, li zadî digere û tu tişt peyda na ke. 5 Daxwaz di dilê mirovan de avine kûr in; lê mirovên hişyar dizane jê bikişîne. 6 Piraniya xelkê xwe dipesinînin, lê gelo kî mirovekî pak wê peyda bike. 7 Pakdil di reya xwe a rast de, rast dimeşe; kurên di wî pişt wî çiqas bextiyar in. 8 Mîrê ko li ser textê edaletê rûniştiye bi çavê xwe hemî xirabiyan radike. 9 Kî dikare bibêje: min dilê xwe paqij kiriye û ez ji gunehan safî bûme. 10 Du texlît şihîn û du texlît pîvan; Xwedê ji her di wan dikerihe. 11 Ji kirinên zarokekî jî tête sehkirin, heke ew ê bibe mirovekî rast û pak. 12 Guhê ko dibihîse û çavê ko dibîne; her diwan jî Xwedê çêkiriye. 13 Ji xewê hez me ke, ta ko belengaz me bî; çavê xwe veke tu ê têr nan bixwî. 14 Kiriyar dibêje: ne ça baş e, ne baş e; lê ko kirî û çû kêfweş dibe. 15 Pir zêr û mirarî hene; lê devê zanayan tiştekî qîmetdar e. 16 Bistîne cilê peyayê ko dike bibe kefîl; û gerewan bibe ji mirovê ko dixwaze bibe kefîlê biyaniyekî. 17 Nanê ko bi hîlan kete dest, şîrîn tê devê xelkê: lê dawî devê wan tejî kevir bibin. 18 Daxwaz bi şîretan xurt dibe, ko şer dikî bi hisaban bike. 19 Yê ko paşgotiniya xelkê dike, nependiyên xelkê dide pêşçavan; têkilî peyayên ko lêvên xwe vedikin me be. 20 Çira mirovê ko lanetan li dê û bavê xwe dike: di tariya kwîr de wê bitemire. 21 Mîrata ko bi lez û bez hatiye xistin dest; di dawiyê de bê xeyr û bereket e. 22 Me bêje: ez ê xirabiya wî lê vegerînim; hêvîda rê Xudayê xwe bibe, Ew ê te jê xelas bike. 23 Xwedê ji kêşanekê bi du texlîtan dikerihe û mêzîneke ne rast, tiştekî kirêt e. 24 Xwedê gavên mirovan dide avêtin; lê gelo mirov dikare reya xwe seh bike. 25 Di kirina weqfê de xweş bide eqlê xwe, û piştî nezrê mitalan me ke. 26 Mîrekî eqilmend kêmbextan belavela dike, û çerxê di ser wan re diborîne. 27 Canê mirovan çira Xwedê ne; roniya wê kûrahiya bedenan kifş dikin. 28 Rastî û pakdilî Qralan diparêze û textê wan bi dilrehmî payedar dibin. 29 Xurtiya xortan rûspîtiya wan e; û porên spî zîneta pîra ye. 30 Êşa birîna ji bona mirovekî xirab dermanek e; herwekî tehliya lêdana ko diçe heta kûrahiya canî. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society