Methelokên 2 - Methelokên Hezretê Silêman 1947Bir 2 1 Kurê min, heke te guh da gotinên min û bi ya pendên min kir, 2 Bi awakî ko bala xwe didî hikmet û sehrezayiyê û dilê te bi xeyret û germî bi zêrekiyê bendewar dibe, 3 Belê, heke tu banî hikmet û şehrezayiyê dikî û heke dengê te ber bi zêrekiyê ve bilind dibe, 4 Heke mîna yên ko li peran digerin, tu li wê digerî û mîna xezîneyekê qedrê wê digirî û didî pey wê, 5 Tu ê hingê, ji Xwedê tirsiyar bûn çi ye seh bikî û fêrbûna mezinahiya Xwedê çilo dibe tu ê bizanî. 6 Ji ber ko Xwedê hikmet û şehrezayiyê dide û ji devê Wî jîrî û zanîn derdikeve; 7 Ew, dilpakan digihîne serfiraziyê, û mirovên çak dihemîne. 8 Û li ser reya rastiyê piyê wan dişedîne û şîvereya peyayên xwe ên salih diparêze. 9 Welê, tu ê rastî û dilpakî, û heq û edaletê, û riya qenc çi ye wê nas bikî. 10 Ji ber ko eqilmendî wê bikeve dilê te û zanin li ber dilê te de, wê şîrîn bibe; 11 Sîretine çak wê te bihemînin û hişê te, te ê biparêze, 12 Da ko tu ne kevî ser riya mirovên xerab û ne bî têkilî xelkên gotinxwar û rêwindakirî, 13 Yên ko ji reya rastiyê derketine û ketine xaçereyine tarî, 14 Yên ko bi kirina xirabiyê dilxweş dibin, û bi nefsa ywe a xwar di şahiyê de ne, 15 Yên ko riya wan xwar e, û dan û standina xwe de jî ne rast in; 16 Da ko tu ji destê jinên xerîba jî xelas bibî yên ko gotinine dilrevîn dibêjin, 17 Jina ko dev ji mêrê xwe yê demên ciwaniyê berdaye û gotina ko Xwedê pê her diwan girêdayî bû, ji bîra kiriye; 18 Mala wê jinkê ber bi mirinê ve xwîl dibe û gavên di wê, wê digihine kortala miriyan. 19 Ji yên ko ber bi wê jinkê ve diçin yek jî venagere ve, û êdî ni kare bide ser riya xelas û jiyinê. 20 Xwe ragire, da ko tu jî li ser reya mirovên çak bimeşî û ji reya pakdilan dernekevî. 21 Ji ber ko mirovên rast li welêt rûnin û yên dilpak lê bimînin; 22 Lêbelê, yên xirab ji rûyê erdê dê bêne qelandin û yên bêbext wê bêne edimandin. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society