Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Methelokên 19 - Methelokên Hezretê Silêman 1947

1 Çêtir e belengazê ko li ser reya xwe a rast diçe, ji yê ko devxwar û dînokek e.

2 Tunebûna zanînê ji bona tu kesî ne rind e; û yê ko peyên xwe dilezîne li gunehan dikeve.

3 Dînîtiya mirovekî reya wî şaş dike û pê dilê wî li ber Xwedê asê dibe.

4 Dewlemendî zehf hevalan peyda dike, lê ji yekî belengaz heval direvin.

5 Şahidê zor bê ceza na mîne; û yê ko derewan dike na filite.

6 Xelk pesnê comerdan didin û hemî dostê wî peyayî ne ko diyariyan dide.

7 Herwekî bra ji brayê xwe ê belengaz dikerihin, gelo hevalên di wî, jê bi çi qasî dûr diçin; belengaz hêviyan ji wan dike, lê ew li kû ne?

8 Yê ko eqilmend bûye ji canê xwe hez dike; û mirovê hişyar bextiyariyê peyda dike.

9 Şahidê zor bêceza na mîne û yê ko derewan dike wê perîşan bibe.

10 Ji bona dîna rojine xweş ne şayeste ne, hêj kêmtir ko xulam axatiya Mîrekan bikin.

11 Eqilmend di ernê de hêdi ne, û di qisûrên xelkê derbaz bûn serfiraziya wan e.

12 Erna Qiralî weke dengê şêra ye, lê keremkariya wan mîna xunavan li ser serê giyan.

13 Kurikekî gêj belayê serê bavê xwe ye, û jinikeke teşxelehebîn mîna dilopên sûlavekê ne.

14 Ji dê û bav mal û xanî dimînin, lê jinikeke eqilmend diyariya Xwedê ye.

15 Tiralî mirovan têxe xewnine giran, û canê bêhisab ji birçîna têşe.

16 Yê ko pendan diparêze, canê xwe diparêze; lê yê ko bala xwe na de reya xwe, wê bimire.

17 Yê ko arîkariya belengazan dike, deyin daye Xwedê; û Xwedê ji comerdiya xwe lê vêdigerîne.

18 Heta ko hêvî lê ye, kurê xwe hînî rêz û rêzikan bike; lê li mirina wî me gere.

19 Ernoyên har xesarê bibînin; tu wî jê xelas bikî jî; ew vedigerîn ve.

20 Pendan bibihîse û hînî zanînê bibe da ko di jiyîna xwe a mayîn de eqilmend bibî.

21 Di dilê mirovan de zehf daxwaz hene; lê tiştê ko dilxwaza Xwedê ye, pêk tê.

22 Delalî û hêjabûna mirovan qencdiliya wan e, û belengazek ji derewkerekî çêtir e.

23 Tirsa Xwedê digihîne jiyînê û pê mirov bi şev têr dibe û xirabî nîzingî lê na ke.

24 Tiral destê xwe li firaxê davêjin, lê na yênin devê xwe.

25 Li qeşmer û tevzekeran xe, pê bodile wê aqil bibin; lewman bike mirovên bijîr, ewê pê qedrê zanînê seh bikin.

26 Yê ko zorê dide bavê xwe û deya xwe der dike kurikekî rûreş û bêbext e.

27 Heke pend û şîret, te ji qeydeyên zanînê dûr têxin, dev ji wan berde.

28 Şahidekî bêhiş henekê xwe bi rastiyê dike, û devê nekesan neheqiyê daqurtînin.

29 Ji bona tevzakeran ceza li ber dest in; û ço ji bona pişta bêhişa ye.

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

British & Foreign Bible Society
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ