Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Methelokên 18 - Methelokên Hezretê Silêman 1947

1 Yê ko terkeserê dinyayê dibe, li daxwaza xwe digere û ji her tiştê bi rê dienire.

2 Dînok ji eqilmendiyê hez na ke û tiştên ko di dilê wî de ne dike pêşxelkê bike.

3 Gava mirovekî xerab tê derekê, pîsîtî, bêbextî, kêmanî û şermisarî pev re tên.

4 Gotina devê camêran avine kûr in; û ji kaniya eqilmendiyê cobarine boş diherikin.

5 Ne rast e ko mirov seba xatirê peyayên xirab û xirayî, heqê bêçare û pakdilan bişkînine.

6 Lêvên dînokan rê didin pevçûnê û devê wî nav di lihevxistinekê dide.

7 Devê dînokekî xesaran digihîne wî û lêvên di wî bixwe, kemînekê datîne pêşiya di wî.

8 Axaftinên peyayên ko paşgotiniya xelkê dikin şîrîn tên guhdaran û dikevin kûrahiya zikên wan.

9 Yê ko di xebata xwe de sistiyê dike, brayê wî peyayî ye ko wê xebatê xira dike.

10 Navê Xwedê asegeheke qaim e; pakdil dikevinê û tê de pal didin.

11 Dewlemendî ji bona xwediyan kelateke asê ye û ew bawer dikin qey bedenên di wê zehf bilind in.

12 Berî helaketê mirov pozbilind dibe; û mirov beriya ko bigehe serfiraziyê divê barê xem û xebatê hilgire.

13 Yê ko beriya ko bibihîse li pirsan vedigerîne, dînîtivekê dike û pê şermisar dibe.

14 Di nesaxiyê de dilqewînî pişta mirova xurt dike; lê kî dikare yekî dilşikestî ji erdê hilîne.

15 Dilekî bijîr hînî zanînê dibe û guhê eqilmendan li zanînê ye.

16 Diyarî reya mirovan fireh dike û wan tîne pêşiya mezinan.

17 Yê ko ê pêşîn dipeyive xwedîheq xuyanî dibe, lê ko dawadarê din hat; rastî li kû ye eşkere dibe.

18 Bi pişkan doz û dehwa diqedin û pê di nav mezinan de qerar tête dayîn.

19 Pevcûna biran zehmet e, ji kelatekê asêtir e û ji qiflên qesran xurttir e.

20 Mirov ji fêkiyên devê xwe zikê xwe tejî dike; û ji hatinên lêvên xwe têr dibe.

21 Mirin û jiyîn bi zimên ve girêdayî ne; û yê ko jê hez dikin ji fêkiyên di wî dê bixwin.

22 Yê ko jinikekê peyda dike bextiyariyê peyda dike û digehe rehm û dilovaniya Xwedê.

23 Feqîr bi nefisbiçûkahiyê devê xwe vedike, dewlemend bi nefsmeziniyê lê vedigerîne.

24 Mana piraniya hevalan perîşanî ye, lê hin hene ji brayekî camêrtir in.

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

British & Foreign Bible Society
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ