Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Methelokên 17 - Methelokên Hezretê Silêman 1947

1 Pariyeke nanê tisî bi rahetî; çêtir e ji xwarina xaniyekî tejî goşt î têrteşxele.

2 Xulamekî zêrek li ser kurê malê ê tiral axatiyê dike û mîratê de dikeve nav biran û ji xwe re parek hiltîne.

3 Zîv di dîzikê de; zêr di êtûnê de têne ceribandin; lê yê ko dilê mirovan diceribîne Xwedê ye.

4 Mirovê xerab guh dide gotînen devê xerab; û derewker bala xwe dide zimanê mifsidan.

5 Yê ko henekê xwe bi bêçareyan tîne; qedrê yê ko, wî xuliqandiye dişkînîne; û yê ko bi perîşaniya yekî şa dibe bê ceza na mîne.

6 Nevî taca bapîran e; û bav serbilindahiya zaroya ye.

7 Gotinine hêja li sersemekî na yên û gotinine derewîn hêj bêtir li Mîra na yên.

8 Diyarî li ber çavê yên ko ew dibin weke gewherekî ye û diyarîdayî ber bi kîjan alî ve jî rûyê xwe bide aqil tête hesibandin.

9 Yê ko gunehên xelkê vedişêre li hevaltiyê digere; lê yê ko qala wan dike dostan dike dijmin.

10 Tekdîrek li bîrewerekî; ji sed çoyî ko mirov li ehmeqekî daye bêtir diêşîne.

11 Mirovê xirab li pevçûnan digere: lê qasidekî xedar dê bête rêkirin pêşiya di wî.

12 Çêtir e ko mirov rastî hirçekê bê ya ko kutikên xwe winda kiriye û ne ko dînekî di dînîtiya wî de.

13 Yê ko di pêşiya qenciyê de xirabiyê dike; xirabî dev ji mala wî bernade.

14 Destpêka pevçûnê mîna berdana aveke xurt e; beriya ko pevçûn destpêbike dev jê biqere.

15 Xwedê ji mirovên ko ji pakdilan re dibên xirab û ji xiraban re dibên pakdil dikerihe.

16 Ma sersemê ko di destê wî de pere û dike pê eqilmendiyê bikire, bikêrî çi tê; ma ji xwe ne sersemek e.

17 Hevalê qenc her hejî hevalê xwe dike û di tengasiyê de weke brayek e.

18 Mirovê bêhisab bi gotinan, xwe girêdide û dibe kefîlê xelkê.

19 Yê ko ji pevçûnê hez dike, hejî gunehan dike, û yê ko deriyê xwe bilind dike, li perîşaniyê digere.

20 Yê ko dilxwar e tu cara qenciyê na bîne; û yê ko bi du zimana ye wê bikeve sefîliyê

21 Ya ko dînekî aniye dinê, serê wê dê biêşe, û bavê dînekî kêfxweş na be.

22 Dilekî şa dermanekî çak e; lê canekî xemxwar hestiyan ziwa dike.

23 Mirovên xirab bi dizîka diyariya dibin û pê şîvereyên edaletê tevlîhev dikin.

24 Eqilmendî di pêşiya mirovên hişyar de ye, lê çavê dîna li çep û rast dinêrin.

25 Kurekî hêhiş şîna bavê xwe ye û diltehliya deya xwe, ya ko ew aniye dinê.

26 Ne baş e ko ji salihan re hikmî cerîmê tête dayîn; û li camêran ji ber emelê wan ê rast bête xistin.

27 Yekî bijîr di gotina xwe de nerm e, û mirovekî aqilmend sergiran e.

28 Sersem bixwe heke devê xwe venekir aqil tête hesibandin, lê yê ko lêvên xwe digire mirovekî hişyar e.

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

British & Foreign Bible Society
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ