Methelokên 16 - Methelokên Hezretê Silêman 19471 Mirov daxwazên xwe dide eqlê xwe; lê cihaba ko ziman divê bidiyê, ji aliyê Xwedê ve ye. 2 Ji her yekî re reya wî xweş û pak dixuye; lê yê ko canan têxe şihînê Xwedê ye. 3 Karên xwe bispêre Xwedê û daxwazên te çêdibin. 4 Her tiştê ko Xwedê kiriye bi qesdekê ye; mirovê xirab jî ji bona roja helaketê . . . 5 Xwedê ji dilê xirayî dienire û e ew bê ceza na mîne. 6 Bi bext û qencî fesadî tête veşartin û bi tirsa Xwedê mirov ji xirabiyê xwe dide alîkî. 7 Gava Xwedê ji reya yekî razî ye; dijminên di wî jî jê dilxweş dibin. 8 Hindik bi rastî û pakdilî çêtir e, ji malê pir yê neheqiyê. 9 Mirov ji xwe re reyek dibijêre, lê yê ko, rêberiyê dike Xwedê ye. 10 Hikmê Xwedê li ser lêvê qirala ye û Mîr divê li gora edaletê kikmê xwe bide. 11 Sihîn û çavikên di wê ên rast ji alî Xwedê ve ne; û hemî giranî jê ne. 12 Qralan divê ji xedr û neheqiyê xwe bidin paş; ji ber ko tac û text bi rastî û edaletê qaim dibin. 13 Qral divê ji gotinên rast û bi rê hez bike û divê axaftinên vekirî li ber dilê wî şirîn bin. 14 Erna Qral qasidê mirinê ye; lê mirovê şehreza wê dinermîne. 15 Roniya rûyê Qral xeyr û jiyîn e; û keremkariya wî weke baraneke biharê ye. 16 Fêrbûna eqilmendiyê ji zêrê zer hêjatir e; û bîrewerî ji zîvê pak çêtir e. 17 Ji xerabiyê dûrketin reya dilpaka ye û yê ko li ser reya xwe a rast dimîne canê xwe diparêze. 18 Pey nefsmeziniyê perîşanî tê û pey pozbilindîyê kambaxî . . . 19 Çêtir e ko mirov bi belengazan belengaz be û ne ko malê talanê bi nefsmezinan par bike. 20 Yê ko bala xwe dide gotina xwe qenciyê dibîne; û yê ko xwe dispêre Xwedê wê bextiyar bibe. 21 Ji mirovî re yê ko ji dil bîrewer e, eqilmend tête gotin; û şîrîniya zimên zanînê bêtir dike. 22 Têgehiştin ji xwediyê xwe re kaniya jiyînê ye; lê zanîna serseman dînîtiyek e. 23 Dilê aqil devê xwe bi hisaban vedike û bêtirbûna zanîna di wî, li ser lêvên di wî xuyanî dibe. 24 Gotinên delal wek şanekî hingivî ne; ew ji can re şîrînî û ji hestiyan re saxî ne. 25 Hin reyekê diecibînin; lê di dawîyê ew wan digihîne mirinê. 26 Yê ko dixebite ji bona xwe dixebite; ji ber ko devê wî nav di wî dide. 27 Mirovê xirab çala xirabiyê dikole û devê wî de agir dişewite. 28 Mirovê neçak rêdide pevçûnê; û yê ko paşgotiniyê dike; hevalan ji hev dike. 29 Mirovê zorker hevalê xwe dixapîne û wî dide ser reya ne baş. 30 Yê ko çawê xwe digire tiştine xwar dide eqlê xwe û yê ko lêvên xwe gez dike xirabiyê pêk tîne, 31 Porên spî taca rûmetê ne; ew di reya edaletê de, têne peyda kirin. 32 Yê ko sebrê dide xwe, ji yê mêrxasekî zeximtir e; û yê ko bi mêraniya xwe dikare ji yê ko şaristanan vedike çêtir e. 33 Mirov pişkê davêje dawa xwe; lê heçî qerar ji bal Xwedê ve ye. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society