Methelokên 15 - Methelokên Hezretê Silêman 19471 Bi bersîveke nerm erin disekine; lê bi gotineke hişk xeyid germtir dibe. 2 Zimanê eqilmendiyê şîrîniyê dide zanînê; lê devê ehmeqan dînîtiyê belav dikin. 3 Çavê Xwedê li her derî ye, û Ew li mirovên qenc û neqenc dinêre. 4 Zimanekî şîrîn dara jiyînê ye; lê zimanê derewîn êşa dila ye. 5 Bodile rêz û rêzikên bavê xwe kêmî xwe dibîne; lê yê ko guh dide pend û tekdîran, wê bîrewer bibe. 6 Di mala dilpakan de boşiyeke mezin heye; lê karê neçeyan têr zehmet e. 7 Lêvên eqilmendan zanînê belav dikin; lê dilê dînokan nerast e. 8 Xwedê ji qurbana nerindan dikerihe; lê hêviya dilpakan li ber dilê Wî şirîn in. 9 Xwedê ji reya neçeyan dikerihe; lê hejî mirovan dike yên ko didin ser reya rastî û edaletê. 10 Yê ko ji rê derdikeve bi xurtî tête êşandin; lê yê ko pê qail na bin divê bimirin; 11 Û ne dilê mirovan; lêbelê dojeh û kortala mirinê jê re vekirî ne. 12 Tevzaker ji pend û tekdîran direve û nîzingî eqilmendan na be. 13 Bi dilekî şa rû ronak dibe; lê gava dil hiznî ye can dişkê. 14 Dilekî hişyar li zanînê digere; lê devê serseman ji bêeqliyê hez dikin. 15 Hemî rojên bextreşekî ne baş in; lê dilekî razî dewleteke payedar e. 16 Hindik, lê bi tirsa Xwedê; çêtir e ji xezîneyeke bi teq û req a mezin. 17 Çêtir e xwarina firaxeke giya bi dilpakî ji ya gayakî qelew, bi dexs û dilreşî. 18 Erno, rê dide pevçûnê; lê yê hêdixezeb xelkê li hev tîne. 19 Reya tiralan têr stirî ye; lê yê dilpakan rast û biservehatî ye. 20 Kurikekî aqil şahiya dilê bavê xwe ye; û mirovekî nekes rûreşiya deya xwe ye. 21 Dînîtî ji bona ehmeqan şabûniyek e; lê mirovekî eqilmend dide ser reya rastiyê. 22 Li cihê ko şîret nî ne qesd û daxwaz pûç dibin; lê ko şîretker lê ne; qesd û dilxwaz diçin serî. 23 Bersîveke xweş xwediyê xwe şa dike; û bi çi qasî hêja ye gotina ko di reya xwe de hatiye gotin. 24 Ji bona eqilmendan reya jiyînê ber bi jor ve diçe; û ew pê ji erdê mirinê yê ko li jêr e, têne veqetandin. 25 Xwedê mala nefismezinan dê hilweşîne; lê sînorên jinebiyan qaim dike. 26 Xwedê ji fikr û ramanên xirab dikerihe; lê gotinên pak û delal jê re xweş tên. 27 Çavbirçî mala xwe têxe teşxelan, lê yê ko ji diyariyan hez na ke; ew ê berxurdar bibe. 28 Dilê bîreweran dide eqlê xwe, çi divê bêje; lê devê nekesan xirabiyê belav dikin. 29 Xwedê dûrî nekesan dibe; lê guh dide dirût û diayê camêran. 30 Bi tiştê ko çav diecibîne dil şa dibe: û bi xebereke xweş hestî zexim dibin. 31 Yê ko guh dide tenbî û tekdîrên jiyînê, di nav eqilmendan de wê rûne. 32 Yê ko guh na de pend û tekdîrên jiyînê: xwîniyê canê xwe ye; lê yê ko bala xwe dide wan dibe zêrek. 33 Tirsa Xwedê hînî eqilmendiyê dike; û pey nefispiçûkabiyê mezinabî tê. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society