Methelokên 14 - Methelokên Hezretê Silêman 19471 Jinên bîrewer mala xwe ava dikin; lê jinên xirab xwe bi xwe mala xwe hildiweşînin. 2 Yê ko li ser reya rastiyê dimeşe tirsiyarê Xudayê xwe ye; lê yê ko dikeve ser reya xwar Wî kêm dibîne. 3 Heçî dîn bi pozbilindî xeber didin; lê yê eqilmend devê xwe digirin. 4 Li cihê ko ga nî ne afir paqij dimîne; lê zadê baş bi xurtiya gê çêdibe. 5 Şahidê rast derewan na ke; lê şahidê zor derewine bêar dibêje. 6 Tevizker û qeşmer li eqilmendiyê digerin lê wê peyda na kin; ji bona bîreweran têgehiştin rahet e. 7 Ji bêhişan dûr bikeve; tu ji wan hînî tu tiştî na bî. 8 Şehrezayiya mirovekî zêrek ev e ko reya xwe rast dibijêre; lê dînîtiya serseman hîlebaziya wan e. 9 Dîn henekê xwe bi gunehan dikin; heçî qencî û keremkarî di nav eqilmendan de rûniştiye. 10 Dil xem û kederên xwe nas dike û biyaniyek ni kare têkilî şabûniya wî bibe. 11 Mala nerindan dê bête hilweşandin; lê holikê pakdilan ava dibe. 12 Carna reyek ji yekî re rast xuyanî dike; lê heye; ko ev reya mirinê ye. 13 Di nav kênînê de jî dil dikare brîndar bibe; û şabûnî dikare bigehe xem û kederan. 14 Dilê xapandî têrî reya xwe a şaş dibe; mirovê çak bi tiştê ko di wî de ye têr dibe. 15 Mirovê hişsivik bi her tiştê ko dibihîse baweriya xwe tîne; lê yê hişyar bala xwe dide gavên xwe. 16 Yekî eqilmend hisaban dike û ji xerabiyê xwe dide paş û heçî bêhiş pozbilind e û ji xwe razî ye. 17 Ye ko zû dienire bêeqlîtiyê dike; û ji hîlebazan xelk dixeyidin. 18 Dînîtî para ehmeqa ye; û mirovên bi tedbîr zanînê dikin zerzenga serê xwe. 19 Peyayên xirab di pêşiya mirovên baş de xwe nizm dikin; herwekî zelamên qesdxirab di pêşiya pakdilan de . . . 20 Rûyê belengazekî ji hevalê wî re jî sar e; lê dostên dewlemendan zehf in. 21 Yê ko mirovên din kêmî xwe dibîne gunehekê dike; lê bextiyar e mirovê ko dilê wî xema belengazan dikişîne. 22 Ma yên ko xirabiyê didin eqlê xwe reya xwe şaş na kin? Lê yên ko qenciyê didin eqlê xwe rastî û dilovaniyê bibinin. 23 Li cihê ko xebat heye qwît heye; lê gotinên beredayî digihînin zîvariyê. 24 Dewlemendî ji bona eqilmendan tacek e; dînîtiya serseman her dînîtî ye. 25 Şahidê rast canê xelkê xelas dike; lê şahidê zor wan dixapîne. 26 Yê ko ji Xwedê ditirse di kelateke qaim de pal daye; û çêliyên di wî jî dê bêne hemandin. 27 Tirsa Xwedê kaniyeke jiyînê ye; û ew xelkê ji daya mirinê dide zivirandin paş. 28 Boşahiya miletekî serbilindahiya Mîr e; lê li welatê ko xelk lê kêm in Mîr perîşan dibe. 29 Yê ko di xeyda xwe de nerm û giran e, şehreza ye; lê yê ko tê de xwe dilezîne, ehmeqiya xwe şanî xelke dide. 30 Dilekî rast jiyîna bedenê ye; lê hesûdî di hestiyan de edabek e. 31 Mirovê ko belengazekî diêşîne, pê qedrê yê ko wî xuliqandiye dişkînîne; lê yê ko dilê feqîrekî xweş dike, pê qedrê Xwedê mezin digire. 32 Mirovê neçak bi destê xirabiya xwe tête xistin erdê; lê bihna yê dilpak di mirinê de jî vedibe. 33 Di dilê bîreweran de eqilmendî pal dide: û tiştê ko di dilê netukesan de ye; xwe xuyanî dike. 34 Edalet payeya nijadan bilind dike; lê guneh malxirabiya xelkê ye 35 Qenciya Mîr digehe xulamê xwe ê bitevdîr û erna wî jî yên re; ko rê didin şermisariyê. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society