Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Methelokên 13 - Methelokên Hezretê Silêman 1947


Bir 13

1 Kurikekî hişyar guhdide pendên bave xwe; lê yê tevizker guh na de tekdîran.

2 Ji gotinên deyê xwe ên rind mirov qenciyê dibîne; lê çayê nerindan di xirabiyê de ye.

3 Yê ko bala xwe dide gotinên devê xwe, pê canê xwe diparêze, lê para devtejî u gotinlezan helaket e.

4 Mirovê tiral ji xwe re daxwazan dike, lê destvala ye, lê mirovê xebatker wê têr bibe.

5 Pakdil ji gotinên derewîn dinefirin; mirovên xirab xwe pê pîs dikin û şermisar dibin.

6 Pakdilî bêsûçan diparêze; lê xirabî gunehkaran perîşan dike.

7 Hin belengaziya xwe de, dewlemend in; û hin dewlemendiya xwe de, belengaz in.

8 Mirov bi dewlemendiya xwe dikare canê xwe xelas bike; lê mirovê belengaz guh na de tekdîran.

9 Çiraya pakdilan bi şewq ronî dide; lê fanûsê mirovên xerab ditemire.

10 Di nav nefismezinan de her xirûcir e; lêbelê eqilmendî para yên e ko guh didin şîretan.

11 Malê bê rê komkirî her wê kêmtir bibe; lê karê xebatê hin bi hin bêtir dibe.

12 Bi hêviya ko na çe serî û bi şûnda dimîne dil têşe; lê ko tiştê dilxwestî kete dest; ev dareke jiyînê ye.

13 Yê ko guh na de gotinan xwe davêje xirabiyê; lê yê ko qedrê pendan digire qenciyê dibîne.

14 Dersa eqilmendan kaniyeke jiyînê ye; û mirov xwe pê ji kemînên mirinê xelas dike.

15 Hişeke şehreza xwediyê xwe çeleng dike; lê reya peyayên bêbext asê ye.

16 Mirovekî bîrewer her tiştî bi tedbîr çêdike; lê peyayên bêhiş bêeqliya xwe pêş xelkê dikin.

17 Qasidekî xerab dikeve perîşaniyê; lê yê çak dermana tîne.

18 Yê ko guh na de şîretan para wî belengazî û perîşanî ye; û yê ko bala xwe dide ders û tekdîran digehe serbilindahiyê.

19 Dilxwaza çêbuyî li dil şîrîn e; lê ji xerabiyê dûrçûn bêhişan diqehirîne.

20 Yê ko diçe ba eqilmendan dibe eqilmend; lê yê ko hevaltiya dînan dike dikeve perîşaniyê.

21 Helaket dide pey gunehkaran; lê bextiyari wê; bibe para pakdilan.

22 Mirovê çak mîratê dihêle law û neviyên xwe; lê dewlemendiya guneh karand ê bibin para ciwanmêran.

23 Zeviyên belengazan dibin têr zad û dexl; lê hin, ji ber emelên xwe ên neheq perîşan dibin.

24 Yê ko kurê xwe na êşîne wî na hebîne; yê ko dixwaze lawê xwe bikenîne wî diêşîne.

25 Dilpak ev e ko çavê wî têr dibe; zikê peyayên xirab têrbûn çi ye nas na ke.

© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947

© British and Foreign Bible Society 1947

British & Foreign Bible Society
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ