Methelokên 12 - Methelokên Hezretê Silêman 1947Bir 12 1 Yê ko hejî rêz û rêzikan dike ji zanînê hez dike; lê yê ko ji êşa fêrbûnê direve bêhişek e. 2 Mirovê qenc digehe qenciya Xwedê; lê mirovê xerab bi destê xwe mala xwe xira dike 3 Mirov bi xirabiyê xurt na be, lê rayê dilpakan tu cara nayê hejandin. 4 Jinikeke pakdamen tacê serê mêrê xwe ye; lê ya xirab mîna edaba hestiyên di wî ne. 5 Fikr û ramanên pakdilan heq in; lê qesdên mirovên xerab hîle ne. 6 Peyivên neçeyan kemîn in; ji bono rijandina xwînê; lê devê mirovên rast xelas û felat e. 7 Mirovên xirab dê bêne xistin erdê û winda bibin û xaniyê dilpakan weke xwe bimînin. 8 Hêjabûna mirovan li gora eqilmendiya wan e; lê yê dilfesad bêqedr in. 9 Çêtir e ko mirov halê xwe bizane û xulamekî wî hebe; û ne ko xwe binepixîne û hewcedarî perçekekî nan be. 10 Mirovê dilpak çavê heywanê xwe dihemîne; lê dilê mirovên neçak bixwe xedar in. 11 Yê ko erdê xwe cot dike têr nan dixwe; lê yê ko dide pey karên pûç ne tu kes e. 12 Daxwaza mirovên xirab her xirabî ye; lê rayê salihan berxurdar dibe. 13 Mirovê nebaş dikeve dehfilia gotinên xwe ên xerab; lê yê dilpak xwe ji tengiyê xelas dike. 14 Bi fêkiyên dev û lêvan zehf qencî digehe mirovan û kedê her destekî li gora xebata wî ye. 15 Bodile reya xwe rast dihesibîne; lê ko guhdide şiretan bîrewer e. 16 Bêhiş erna xwe di cih de xuyanî dike; lê yê ko heqaretekê vedişêre eqilmend e. 17 Yê rastdil rastiyê bi serbestiyê dibêje; şahidê derewîn bi gotina xwe xelkê dixapîne. 18 Yê ko bêtebat dipeyive; mîna şûrekî brîndar dike; lê zimanê eqilmendan dermanê dilan e, 19 Devê rastbej her payedar e; lê jiyîna zimanê derewîn kurt e. 20 Hîlebazî di dilê mirovên xerab de ye, yên ko neçeyiyê didin eqlê xwe; û şabûnî para mirova ye ko pendê lihevhatinê didin. 21 Tu xirabî na gihe pakdilan; lê serê mirovên nerind ji belayê xelas na bin. 22 Xwedê ji devên derewîn dikerihe; lê yên ko rastiyê dikin dilovaniya Wî de ne. 23 Mirovê eqilmend şehrezayiya xwe vedişêre; lê dîn dînîtiya xwe pês xelkê didin. 24 Destê xebatker sermiyaniyê wê bike; lê para destê tiral xulamîtî ye. 25 Derdê dilan mirovan dihelikînin, lê gotineke xweş şa dike. 26 Mirovê baş rêke çak şanî hevalê xwe dike; lê reya neçeyan wan şaş dike. 27 Mirovê tiral nêçîra xwe jî na qelîne; lê xezîneya mirovan ya hêja xwe tevdan e. 28 Di reya rastiyê de jiyîn heye; û li ser vê şivereyê de mirin nîne. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society