Methelokên 11 - Methelokên Hezretê Silêman 1947Bir 11 1 Xwedê ji şehîna hîledar dikerihe, lê mîzaneke rast li ber dilê Wî şîrîn e. 2 Li cihê ko pozblindî heye, şermisarî jî heye; lê eqilmendî para mirovên nefisbiçûk e. 3 Namûsa dilpakan rêberiya wan dike; lê hîleyên bêbextan wan digihîne perîşaniyê. 4 Roja xezebê de, dewlemendî bikêr na yê; lê dilpakî ji mirinê xelas dike. 5 Dilpakiya mirovên çak reya wan ava dike, lê yê xerab pê xerabiya xwe winda dibin. 6 Edaleta dilpakan wan xelas dike; lê mirovên xerab pê xerabiya xwe winda bibin. 7 Gava mirovê xerab dimire hêviya wî pûç dibe; hêviya zorkeran jî wê pûç derkeve. 8 Dilpak ji tengiyê xelas bibin û mirovên xerab dê bikevin şûna wan. 9 Mirovê bêdîn bi zimanê xwe cîranê xwe têxe helaketê; lê mirovên dilpak bi zanînê jê xelas dibin. 10 Ko dilpak bextiyar in, ehlê bajêr pê şa dibin û ko mirovên xerab perîşan dibin, ji xelkê qîrînên şahiyê radibin. 11 Bi rindiya mirovên qenc qedrê bajêr bilind dibe; lê bi devên peyayên pîs şaristan dikeve zîvariyê. 12 Yê ko mirovên din heqîr dibîne sersemek e; lê mirovekî eqilmend deyin na ke. 13 Yê ko paşgotiniya xelkê dike, veşartiyan eşkere dike; lê yê ko xwedî dilekî pak e, nependiyan li cem xwe dihêle. 14 Gava pend û debarine çak nî ne milet dikeve, felata miletekî di piraniya şîretkeran de ye. 15 Yê ko kefîl dibe, dikeve tengiyê; lê yê ko xwe jê dide paş, ewle û rahetser e. 16 Jinikeke delal serbilind dibe; û mirovên xurt dewlemend dibin. 17 Mirovê baş qenciyê digihîne giyanê xwe; lê peyayê xedar canê xwe têxe ezabê. 18 Karê mirovê xirab ê derewîn e; lê yê ko tovê edaletê direşîne bi rastî kar dike. 19 Edalet digihîne jiyînê; lê yê ko dide pey xerabiyê mirinê peyda dike. 20 Xwedê ji mirovên dilxwar dikerihe; lê yên ko dilrast in li ber dilê Wî şîrîn in. 21 Bê guman e ko mirovê xerab bê ceza na mîne, lê çêliyên dilpakan dê bêne xelas kirin. 22 Xelekekî zêr di pozê berazekê de; ev e jinikeke spehî lê bêhiş. 23 Daxwaza dilpakan bitenê qencî ye; lê peyayên nebaş çavnêriya xirabiyê dikin. 24 Hin belav dikin û hêj dewlemendtir dibin û hinên din destgirtî ne û herûher belengaztir dibin. 25 Canê comerd wê qelew bibe; yê ko avê dide jê re av dê bête dayin. 26 Yê ko bi qesda karekî zêde genimê xwe ji dest na de: xelk lanetan lê dikin; lê bereket digehe mirovê ko wî difiroşe. 27 Yê ko li qenciyê digere, qencî digehe wî; lê yê ko li xirabiyê digere lê dikeve. 28 Yê ko pişta xwe bi dewlemendiyê xurt dike wê perîşan bibe; lê mirovên dilpak mîna pêlên daran şîn dibin. 29 Yê ko rahetiya mala xwe direvîne, wê paleyiya bê bike; û bêhiş dê bibin hêsîrên eqilmendan. 30 Fêkiyê dilpakan dareke jiyînê ye; û mirovên şehreza delalê dilê xelkê ne. 31 Nexwe, heke mirovê dilpak divê li dinyayê ezabê bibîne; gelo halê zalim û gunehkaran wê çito bibe? |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society