Methelokên 10 - Methelokên Hezretê Silêman 1947Bir 10 Methelokên Hezretê Silêman. 1 Kurikekî hişyar şabûniya bavê xwe, lê lawikekî sersem kedera dilê deya xwe ye. 2 Xezîneyên xirabiyê bikêr na yên, lê edalet ji mirinê xelas dike. 3 Xwedê bernade ko canê pakdilekî ji birçîtiyê biêşe, lê çavtengiya timakaran vedigerîne ve. 4 Destê sist belengaz dike; lê destê xebatkeran dewlemendiyê tîne. 5 Yê ko havînê kom dike şehreza ye: lê yê ko di dema bênderan de radikeve rûyê bavê xwe reş dike. 6 Li ser serê dilpakan bereket heye; lê zorkerî rûyê xwediyê xwe wê reş bike. 7 Navê dilpakan bi xêr têne gotin; lê navê peyayên xirab dirizin. 8 Yê ko ji dil hişyar e, bi ya pendan dike; lê yê ko bi lêvên xwe ni kare wê bikeve perîşaniyê. 9 Yê ko rast dimeşe bi ewleyî diçe; lê yê ko dide ser reya xwar tête nas kirin. 10 Yê ke çavan dişkînîne û bi çavan dileyize dibe sebeba xirabiyê; lê yê ko bi lêvên xwe ni kare wê bikeve perîşaniyê. 11 Devê adilan kaniya jiyînê ye, lê zorkeri rûyê xwediyê xwe wê reş bike. 12 Kîn nav di pevçûnê dide; lê qencî hemî sûçan vedişêre. 13 Eqilmendî li ser lêvên peyayên bijîr peyda dibe; lê ço ji bona pişta mirovên bêxeyr e 14 Eqilmend zanînê kom dikin; lê devê sefîhan dikevin helaketê. 15 Malê dewlemendan kelatê wan e; û perîşaniya feqîran, ji belengaziya wan e. 16 Malê pakdilan ji bona debara jiyînê ye; û yê xiraban ji bona kirina gunehan. 17 Yê ko bi ya pendan dike xwe dide reya jiyînê; lê yê ko guhnade tenbîhan, reya xwe şaş dike. 18 Lêvên derewîn kînê vedişêrin û yê ko paşgotiniyê dike sersemek e. 19 Li cihê ko pir gotin heye, tê de guneh jî heye; lê yê ko lêvên xwe digire şehreza ye 20 Zimanê dilpakan zîvekî bijarte ye; lê dilê bêkêran kêmeyar e. 21 Gotinên eqilmendan rêber ya zehf mirovan dikin; û bodile ji tunebûna eqlan dimirin. 22 Rehma Xwedê bê renc û zehmet dewlemend dike 23 Ji bona bêhişekî xirabî kirin, weke leyistokek e; lê tevdîra mirovan eqilmendî ye. 24 Tiştê ko mirovê xerab jê ditirse tê serê wî; û tiştên ko mirovên dilpak dixwazin dikeve destê wan. 25 Mîna bablîsokekê mirovê xerab jî dibore, winda dibe; lêbelê hîmên pakdilan payedar in 26 Herwekî sihik li dirana û dû li çavan dike; qasidê tiral jî li peyayê ko ew rêkiriye dike. 27 Tirsa Xwedê rojên jiyînê bêtir dikin; lê salên mirovên xerab têne kurttir kirin. 28 Hêviya dilpakan wê bibe şabûniyek; lê ya mirovên xerab tu ber na de. 29 Reya Xwedê ji bona dilpakan asêgehek e; lê ji bona paleyên fesadiyê helaketek. 30 Peyê dilpakan li kevirekî jî ne keve; lê mirovên xerab li welêt na mînin. 31 Devê dilpakan şehrezayiyê belav dikin, lê zimanê mirovê xwar dê bête birîn. 32 Lêvên dilpakan hêja çi ye nas dikin; lê yên mirovên xerab têrfesadî ne. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society