Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 76 - Kurmanji Încîl


Zebûr 76
Bi tembûrên bi têl, Zebûra Asaf, lavij

1 Li Cihûdayê Xwedê tê zanîn, Li Îsraêlê navê wî bilind e;

2 Holika wî li Salemê ye, Dera lê rûdinê li Sîyonê,

3 Wî li wê derê, tîrên bi agir, Şûr û mertal, çekên şer şikand.

4 Yê ku berz e tu yî, Tu ji çiyayên serfiraziyê rewnaqtir î.

5 Yên mêrxas hatin şêlandin, Wan xewa xwe kir, Yên herî hêzdar destê xwe nelebitandin.

6 Ey Xwedayê Aqûb, ji erzşikandina te, Ereba cengê jî, hesp jî nîvmirî bûn.

7 Tu, tirsdar î! Tu! Çaxê tu hêrs bibî, kî dîkare li ber te raweste?

8 Da ku tu xelas kî hemû bindestên dinê, Ey Xwedê, gava ku te dest pê kir bi dadbarkirinê,

9 Biryara te ji ezmanan hat bihîstin, Erd tirsiya û bêdeng ma.

10 Ya rast, xezeba mirov ji te re pesindan e, Xezeba bermayî, ji bo te bêziyan e

11 Sozên xwe ji Xudan Xwedayê xwe re bi cih bînin, Hemû yên li der û dora wî, Bila ji yê tirsdar re diyariyan bînin.

12 Ew, ruhê serokan dişikîne, Ji padîşahên dinê re tirsê tîne.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ