Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 61 - Kurmanji Încîl


Zebûr 61
Bi tembûrên bi têl, Zebûra Dawid

1 Ey Xwedê, feryada min bibihîze, Goh bide dua min.

2 Gava ku dilê min dixeriqe, Ez bangî te dikim ji vî kujê dinê. Tu min derxe wî zinarê ku ez nagihîjimê,

3 Çimkî tu ji bo min bûyî star, Li hember dijmin bûyî birceke hêzdar.

4 Li konê te ez her û her rûnêm, Xwe bavêjim bin siya bazkê te.

5 Ey Xwedê, te sozdanên min bihîst, Mîrasa yên ku ji navê te ditirsin, te da min.

6 Tu rojan, li rojên padîşah zêde ke, Bila salên wî bibin sedsal!

7 Bila li pêş Xwedê hergav rûnê, Tu wî, bi kerem û rastiya xwe biparêze!

8 Hingê ezê ji navê te re hergav lavijan bêjim, Û her roj sozên xwe bînim cih.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ