Zebûr 54 - Kurmanji ÎncîlZebûr 54 Piştî Zilfî hatin û ji Sawil re gotin: «Dawîd di nav me de xwe vedişêre.» 1 Ey Xwedê min bi navê xwe rizgar ke, Bi hêza xwe min pak ke! 2 Ey Xwedê, duaya min gohdar ke, Goh bide peyva devê min. 3 Çimkî biyaniyan serî hilda li ber min, Zordar dixwazin bistînin canê min, Ew li Xwedê nagerin. 4 Va ye, Xwedê alîkarê min e, Reb piştgirê min e. 5 Ewê xerabiyê li dijminên min vegerîne, Bi dilsoziya xwe wan ji navê hilîne. 6 Ya Xudan, ezê ji dil qurbanekê pêşkişî te bikim, Bi navê te spas bikim, çimkî ew qenc e. 7 Te ez ji hemû tengahiyên min rizgar kir, Li pêş çavê min dijminên min helaq kir. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey