Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 52 - Kurmanji Încîl


Zebûr 52
Piştî Doegê Edomî hat ba Sawil û jê re got: «Dawid hatiye mala Avîmelek.»

1 Bo çi tu bi xerabiyê pesnê xwe didî, ey zordar? Kerema Xwedê her û her e.

2 Ji zimanê te fesadî tê der Wek dûzana tûj hîlekar e.

3 Tu ji qenciyê bêtir xerabiyê, Ji rastiyê bêtir ji derewan hez dikî.

4 Tu, ey zimanê hîlekar! Tu hez dikî ji her gotina xerakar.

5 Belê wê Xwedê, te her û her hilweşîne, Wê bi te bigire û te ji konê te derîne, Ji diyarê jiyanê koka te bişkivîne.

6 Wê yên rast, vê bibînin û bitirsin, Pê bikenin û weha bêjin:

7 «Vî zilamê ha, xwe nespart Xwedê, Bi pirrbûna serweta xwe ewle bû, Û xwe spart dewlemendiyê!»

8 Belê ez, li mala Xwedê wek dara zeytûnê ya şîn im, Hergav û her û her bi kerema Xwedê ewle me.

9 Ez hergav ji te re spasdar im, çimkî te ev kir, Li pêş evdên te yên dilsoz, bi navê te hêvîdar im, Çimkî ew qenc e.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ