Zebûr 4 - Kurmanji ÎncîlZebûr 4 Bi sazên bi têl, Zebûra Dawid 1 Gava ku min li te kir hawar, Bersîva min bide, ey Xwedayê min! Ji tengahiyan, tu derîne firehiyan, Li min were rehmê, goh bide dua min. 2 Ey mirovno, hûnê heta kîngê, Rûmeta min vegerînin şermê? Hûnê heta kîngê, ji tiştê vala hez bikin, Û bi pey derewan bikevin? 3 Bizanin ku Xudan, yê dîlsoz ji bo xwe veqetandiye, Kengê ez bang bikimê, ew min dibihîze. 4 Ji hêrsê bilerizin; belê guneh nekin. Di nav nivînên xwe de kûr li ser vê yekê bifikirin, hiş bin. 5 Qurbanên rastiyê bidin, Bi Xudan ewle bin. 6 Yên ku dibêjin «Wê kî bi me qenciyê bike?» gellek in. Bi ronahiya rûyê xwe, me ronahî bike ya Xudan! 7 Te şahiyek wisa kir dilê min, wisa pirr, Ji ya ku ew, ji firehiya genim û şeraba teze distînin bêtir. 8 Ezê bi aştî xwe vezelînim û rakevim, Çimkî tenê tu, ya Xudan, Di ewlehiyê de min didî rûniştin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey