Zebûr 32 - Kurmanji ÎncîlZebûr 32 Zebûra Dawid, Maskîl 1 Xwezî bi wî ku serhildana wî hatiye bexişandin, Gunehê wî hatiye nixamtin! 2 Xwezî bi wî ku Xwedê jê re guneh nenivîsandiye, Di ruhê wî de hîle nîye! 3 Heta ku min sûcê xwe li xwe dananî, Tevahiya rojê ji nalînê, Hestiyên min heliyan. 4 Çimkî şev û roj, Destê te li ser min giran bû. Derman di çokê min de nema, wek ziwahiya havînê. 5 Min ji te re diyar kir gunehê xwe, Min nenuxamt sûcê xwe. Min ji Xudan re got, «Ezê serhildanên xwe bêjim.» Te bexişand sûc û gunehên min. 6 Loma bila her evdê te yê dilsoz Gava ku hewcedar e bi dua ji te bixwazin. Da ku negihîje wan rabûna avên mezin. 7 Tu yî stara min, Tu min diparêzî ji tengahiyan, Bi îlahiyên rizgariyê dipêçî dora min. 8 Ezê te perwerde bikim, riya ku diçîyê hînî te bikim, Şîret li te bikim, Çavê min li ser te ye. 9 Bêfêm nebin wek hesp û hêstiran; Lixab û hevsar lazim e ji bo girtina wan, Yan na, ew nêzik nabin mirovan. 10 Gellek e kedera xeraban, Belê hezkirin dipêçe, dora yên ku xwe dispêrin Xudan. 11 Ey rastno, bi Xudan şa bin, dilşa bin; Ey dilpakno, Hemû bi şahî biqîrîn! |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey