Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 29 - Kurmanji Încîl


Zebûr 29
Zebûra Dawid

1 Ey hebûnên ezmanî, Pesnê hêz û berziya Xudan bidin,

2 Pesnê mezinahiya navê Xudan bidin. Di rewneqiya wî ya pîroz de, li ber Xwedê herin ser çokan.

3 Dengê Xudan li ser avan e, Xwedayê berziyê digurme, Xudan li ser gellek avan e.

4 Dengê Xudan hêzdar e, Dengê Xudan haşmetkar e.

5 Dengê Xudan darên sedîr dişikêne, Sedirên Lubnanê dike par bi par.

6 Û ew Lubnanê wek golik, Çiyayê Sîrîonê wek mozikê boxê kuvî hildavêje.

7 Dengê Xudan wek brûskê davêje,

8 Dengê Xudan çolê dihejîne, Xudan çola Qadeşê dihejîne.

9 Dengê Xudan xezalan dide zayin, Pelên daristanan diweşîne. Li perestgeha wî herkes «Berzî» diqîre.

10 Xudan li ser tofanê li textê xwe rûnişt, Ewê her û her padîşah bimîne.

11 Xudan hêz dide gelê xwe, Gelê xwe bi aştî pîroz dike!

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ