Zebûr 24 - Kurmanji ÎncîlZebûr 24 Zebûra Dawid 1 Dinya û hemû kesên ku tê de ne, Ruyê erdê û tijebûna wê, ya Xudan e. 2 Çimkî wî ava kir ew li ser deryayan, Da sekinandin li ser çeman. 3 Kî dikare derkeve çiyayê Xudan, Û raweste li cihê wî yê pîroz? 4 Ew zilamê ku destê wî paqij û dilê wî pak e, Dilê wî neketiye pey derewkarî, Û ne jî sond xwarî bi hîlekarî. 5 Ew ji Xudan pîroziyê, Ji Xwedayê rizgarkirina xwe mafdariyê distîne. 6 Yên weha ji wî nifşî ne ku li wî digerin, Ew gelê Aqûb in ku li riya Xudan digerin. 7 Ey derîno, serê xwe bilind kin! Vebin, ey deriyên kevin! Da ku Padîşahê berz têkeve hundir! 8 Ma kî ye ev Padîşahê berz? Ew Xudan e, hêzdar û pêkar Ew Xudan e, di şer de mêrxas. 9 Ey derîno, serê xwe rakin! Vebin ey deriyên kevin! Da ku Padîşahê berz têkeve hundir! 10 Ma kî ye ev Padîşahê berz? Ew e Xudanê artêşên ezman, Ew e Padîşahê berziyê. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey