Zebûr 20 - Kurmanji ÎncîlZebûr 20 Zebûra Dawid 1 Di roja teng de, bila Xudan bide bersîva te Bila navê Xwedayê Aqûb te bilind bike. 2 Bila ji dera pîroz ji te re bişîne alîkarî, Ji Siyonê ji te re bibe hêzdarî. 3 Bila hemû goriyan bibîr bîne, Goriyên şewitandî bipejirîne! 4 Bila bi dilê xwe bide te, Hemû şîretên te bi cih bîne! 5 Hingê emê, serketina te bi şahî pîroz kin, Bi navê Xwedê alên xwe rêz kin. Bila Xudan hemû daxwazên te bi cih bîne. 6 Niha ez hîn bûm, Xudan ji meshkiriyê xwe re rizgariyê tîne. Bi hêza destê xwe yê rastê, Ji ezmanên pîroz wî dibersivîne. 7 Hin bi erebên xwe yên şer, Hin bi hespên xwe pesnê xwe didin. Belê em navê Xudan Xwedayê xwe hildidin. 8 Ew xwar bûn, dikevin; Em rabûn, ripîrast in. 9 Ya Xudan, ji padîşah re rizgariyê bîne! Gava me bang kir, me bibersivîne! |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey