Zebûr 150 - Kurmanji ÎncîlZebûr 150 1 Pesnê Xudan bidin! Li perestgeha wî ya pîroz pesnê Xwedê bidin! Li ezmanên ku hêzdariya wî nîşan didin, pesnê wî bidin! 2 Ji bo karên wî yên hêzdar pesnê wî bidin! Li gor mezinahiya wî ya bêdawî pesnê wî bidin! 3 Bi dengê boriyê pesnê wî bidin! Bi çengê û bi lîrê pesnê wî bidin! 4 Bi tefê û bi reqsê pesnê wî bidin! Bi saz û bi neyê pesnê wî bidin! 5 Bi dengê zengilan pesnê wî bidin! Bi zengilên dengdar pesnê wî bidin! 6 Bila hemû yên bi nefes, pesnê Xudan bidin! Pesnê Xudan bidin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey