Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 136 - Kurmanji Încîl


Zebûr 136

1 Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e; Kerema wî her û her e!

2 Ji Xwedayê îlahan re spas bikin; Kerema wî her û her e!

3 Ji Rebê reban re spas bikin; Kerema wî her û her e!

4 Tenê ew karên nedîtî dike; Kerema wî her û her e!

5 Bi şehrazayiya xwe wî ezman afirand; Kerema wî her û her e!

6 Wî erd li ser avan belav kir; Kerema wî her û her e!

7 Ronahiyên mezin wî afirand; Kerema wî her û her e!

8 Wî tav afirand, da ku serwerî li rojê bike; Kerema wî her û her e!

9 Ji bo serweriya şevê, wî heyv û stêr afirand; Kerema wî her û her e!

10 Wî li Misirê nixuriyan kuşt; Kerema wî her û her e!

11 Bi destê xwe yê hêzdar, zendê xwe yê dirêj; Kerema wî her û her e!

12 Îsraêlê ji navbera wan deranî; Kerema wî her û her e!

13 Wî Derya Sor kir du şeq; Kerema wî her û her e!

14 Kir ku Îsraêl di nav re derbas bibe; Kerema wî her û her e!

15 Wî Fîrewn û ordiya wî avêt Derya Sor; Kerema wî her û her e!

16 Wî gelê xwe li çolê meşand; Kerema wî her û her e!

17 Wî li padîşahên mezin xist; Kerema wî her û her e!

18 Wî padîşahên navdar kuşt; Kerema wî her û her e!

19 Wî padîşahê Amoriyan Sîhon; Kerema wî her û her e!

20 Û padîşahê Başanê Og kuşt; Kerema wî her û her e!

21 Û ciyên wan bi mîrasî; Kerema wî her û her e!

22 Ji evdê xwe Îsraêl re mîras hêşt; Kerema wî her û her e!

23 Yê ku di tengahiya me de, me bibîr tîne ew e; Kerema wî her û her e!

24 Û me ji dijminên me rizgar dike; Kerema wî her û her e!

25 Yê ku xwarinê dide hemû canan ew e; Kerema wî her û her e!

26 Ji Xwedayê ezmanan re spas bikin; Kerema wî her û her e!

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ