Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 131 - Kurmanji Încîl


Zebûr 131
Lavija Hecê ya Dawid

1 Ya Xudan, di dilê min de quretî tune, Û çavê min ne li jor e. Ez bi karên mezin re, Bi karên ku min derbas dikin re, bilî nebûm.

2 Belê, min xwe aş kir û ez bêdeng mam, Wek zarokê ku ji şîr hatiye birrîn û di himêza dê de ye, Canê min jî wisa bi min re ye.

3 Ey Îsraêl, hêviya xwe bi Xudan ve girêde, Ji niha û heta her û her!

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ