Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 13 - Kurmanji Încîl


Zebûr 13
Zebûra Dawid

1 Heta kîngê ya Xudan, Ma tê her û her jibîr bîkî min? Heta kîngê rûyê xwe veşêrî ji min?

2 Her roj, bi dilê bi keder a qirase, Heta kîngê wê bajo ev waswase? Heta kîngê wê dijminê min bi ser keve?

3 Halê min bibîne ya Xudan, bersîva min bide, Çavên min veke, da ez nekevim xewa mirinê.

4 Da ku dijminê min nebêje «Min ew têk bir,» Bi lerizîna min nebe dilşad û kêfkir.

5 Bi hezkirina te ez bûm ewledar, Dilê min bi xelaskirina te bextewar.

6 Ezê ji Xudan re lavijan bêjim, Çimkî wî ji min re kir comerdî.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ