Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 129 - Kurmanji Încîl


Zebûr 129
Lavija Hecê

1 Niha bila Îsraêl bêje: «Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min.

2 Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min, Belê wan ez têk nebirim.

3 Cotkaran li ser pişta min çot ajotin, Şopên xwe dirêj kirin.»

4 Belê Xudan rastdar e, Wî ez azad kirim.

5 Hemû yên ku ji Sîyonê nefret dikin, Bila şerm bikin û bi şûn ve vegerin.

6 Bila wek giyayê li ser ban, Beriya ku bigihîjin, ziwa bibin.

7 Pale, bi wê destê xwe, Melûvan, bi wê himêza xwe tije nake.

8 Yên ku di rê de derbas dibin, bila nebêjin, «Bereketa Xudan li ser we be, Em bi navê Xudan we pîroz dikin.»

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ