Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 128 - Kurmanji Încîl


Zebûr 128
Lavija Hecê

1 Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin, Di riyên wî de dimeşin!

2 Tê keda destê xwe bixwî, Ewê dilgeşî û firehî ya te be.

3 Di hundirê malê de jina te, wê bibe wek dêliya berdar; Zarokên te, wê wek şaxên zeytûnê li dora sifrê bicivin.

4 Va ye, zilamê ku ditirse ji Xudan, Bi vî awayî tê pîrozkirin.

5 Xudan te li Sîyonê pîroz bike! Di hemû rojên jiyana xwe de, Tu firehiya Orşelîmê bibînî.

6 Û tu, zarokên zarokên xwe bibînî! Aştî li ser Îsraêlê be!

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ