Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 127 - Kurmanji Încîl


Zebûr 127
Lavija Hecê ya Silêman.

1 Eger Xudan malê çêneke, Avakar beredayî dixebitin. Eger Xudan bajêr neparêze, Notirvan beredayî hişyar dimîne.

2 Zû rabûn, Dereng razan, Xema derbasiyê kirin, ji bo we pûç e. Çimkî Xudan, razayî be jî, dide heskiriyê xwe.

3 Zarok ji Xudan mîras in, Berê malzarokê, perrû ye.

4 Tîrê di destê mêrxas de çi be, Zarokên ku di xortaniyê de çêdibin, ew in.

5 Xwezî bi wî zilamî ku rextê wî yê tîran tije ye! Gava ku ew li ber derê bajêr bi dijminên xwe re devjenî dike, Ew şermî nabe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ