Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 125 - Kurmanji Încîl


Zebûr 125
Lavija Hecê

1 Yên ku bi Xudan ewle ne, wek çiyayê Siyonê ne, Bêleq in, her û her li ciyê xwe ne.

2 Wek ku çiyayan, dor li Orşelîmê pêça ne, Ji niha heta her û her, Xudan gelê xwe pêça ye.

3 Divê gopalê xeraban, Li ser axa ku ji bo rastan hatiye veqetandin, nemîne. Da ku yên rast destê xwe dirêjî xerabiyê nekin.

4 Ya Xudan, tu qenciyê bike, Ji bo yên baş û dilrastan.

5 Belê yên ku li riya xwe ya xwar diçin, Xudan wan bi xeraban re ceza dike. Aştî li ser Îsraêlê be!

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ