Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -

Zebûr 124 - Kurmanji Încîl


Zebûr 124
Lavija Hecê ya Dawid

1 Bila niha Îsraêl bêje: «Eger Xudan ne bi me re bûya,

2 Gava ku dijmin êrîşî me dikir, Eger Xudan ne bi me re bûya,

3 Çaxê kela hêrsa wan rabûbû, Hingê wanê, em bi saxî daqurtanda.

4 Hingê, wê tofanê em bi xwe re bibira, Pêl di ser me re derbas bibûna.

5 Hingê wê avên rabûyî, Em bi xwe re bibirana.»

6 Bila Xudan pîroz be, Ew Xudan, ku em nekirin nêçîra ber diranê wan!

7 Canê me, Wek çûkekê ji dahfika nêçîrvanan xelas bû, Dafik şikest, em xelas bûn.

8 Alîkariya me bi navê Xudan e, Ew afirandarê erd û ezman e.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:



ကြော်ငြာတွေ