Zebûr 120 - Kurmanji ÎncîlZebûr 120 Lavija Hecê 1 Di tengahiyê de ez bang dikim Xudan; Ew bersîva min dide. 2 Ya Xudan, tu xelas ke canê min ji lêvên derewkar, Min azad ke ji zimanê hîlekar. 3 Ey zimanê hîlekar, Wê çi bi te bê dayin, Wê çi li te bê zêdekirin? 4 Tîrên tûj ên mêrxas, Terrafa agirê gezikê! 5 Wey li min, ez li Meşekê xerîb mam, Di nav konên Kedarê de rûniştim. 6 Ji zû ve ye ku ez, Bi yên ku ji aştiyê nefret dikin re rûdinêm. 7 Ez alîgirê aştiyê me, Belê gava ku dest bi gotinê dikim, Ew radibin şer! |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey