Zebûr 113 - Kurmanji ÎncîlZebûr 113 1 Pesnê Xudan bidin! Pesin bidin, ey evdên Xudan, Pesnê navê Xudan bidin! 2 Ji niha heta her û her, Bila pîroz be navê Xudan! 3 Ji derketina rojê heta çûna wê ya ava, Hêjayî pesindanê ye navê Xudan! 4 Xudan li ser tevahiya miletan serwer e, Û berziya wî li ser ezmanan e. 5 Ma kî wek Xudan Xwedayê me ye? Li jorê rûdinê. 6 Xwe ditewîne, Da ku erd û ezman bibîne. 7 Ew yê ketî ji erdê radike, Yê hejar ji ser sergo bilind dike; 8 Da ku gelê wî bi mîran re, Bi mîrên gelê xwe re rûnê. 9 Ew malê dide jina stewr, Wê dilşa dike û dike dayika zarokan. Pesnê Xudan bidin! |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey